Rojava News: Serokê Amerîkayê Barack Obama beriya ku posta xwe radestî Donald Trump bike, di civîna xwe ya dawî ya rojnamevanî de got ku pêdiviya dinyayê bi girêdana pêwendiyên 'çêker' bi Rûsyayê re heye.
Obama diyar kir ku rakirina sepandinên toleyên ser Rûsyayê girêdayî wê ye ku ‘Dest ji karên navxweyî yên Ukraynayê vekişînin' û wiha got: "Rûsya hem erda Ukraynayê dagir dike û tevî karên wan ên navxweyî dibe, hem jî piştgiriya serhildêrên ku yasayên navnetewî binpê dikin dike."
