10:54:48
Rojava News: Serokê Amerikayê Donalt Trump di roja yekê ya karê xwe de Rêxistina Navendî ya Îstixbarî (CIA) yê ziyaret kir. Trump got:"Şerê min bi medyayê re berdewam dike."
Trump ku li Navenda CIAyê ya li Virginiaye ziyaretek kir û li wir axivî. Trump got:"Wek ku di navbera min û CIA de problemek heye her medya bi vî rengî dide, lê ez niha li CIAyê me. Ma gelo hun dizanin ez ji bo çi di roja yekê ya karê xwe de hatim vir? şerek min ya bi medya re heye. Ew di ruyê vê dinê de kesên herî bêheysiyet in.Wek ku di navbera min û civaka istixbaratê de kînek heye nîşan didin. Sebeba ku ez li vir im ew e ku gotinên wan çewt in."
