Dîplomatê Amerîka “wek mêvan” tevlî civîna Astana dibe

Dîplomatê Amerîka “wek mêvan” tevlî civîna Astana dibe

00:07:06

 

Rojava News: Wezareta Derve ya Amerîka ragihand, ji ber karên veguhastina desthilatê li wî welatî, Washington ti şandekê naşîne bo beşdariyê di civîna Astanayê de bike.

 

Biryar e di 23 ve mehê de (sibê) civînên di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de û bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê li Astanaya paytexta Kazixistanê dest pê bikin.

 

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka Mark Toner ragihand, balyozê Amerîka li Kazixistanê George Krol dê wek çavdêr beşdarî civîna Astanayê bibe.

 

Toner got ku, ew pêşwaziyê li xexwandina Rûsya ji wan re bo beşdarbûna civîna Astanayê bibin, lê ji ber karên veguhastina desthilatê li wî welatî ew nikarin ti şandekê ji Moskoyê birê bikin.

 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihandibû ku, ew bi hêvî ye ku rêveberiya nû ya Amerîkayê şandeke pispor di karûbarê Rojhilata Navîn de bûşîne civîna Astanayê.