Lavrov: Civînên Astanayê dê qonaxeke giring di çareseriya Sûriyeyê de

Lavrov: Civînên Astanayê dê qonaxeke giring di çareseriya Sûriyeyê de

13:17:52

 

Rojava News: Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî civîna bi hevkarê xwe yê Macaristanê Peter Szijjarto re axivî û got, pêşbîn dikim ku civînên Astanayê dê qonaxeke giring be ji çareseriya qeyrana Sûriyeyê.

Lavrov derbarê civînên Astanayê de wiha got: "Em wiha difikirin ku hevdîtina hikûmeta Sûriyeyê û dijberiya çekdar dê gaveke giring be ji bo çareserkirina qeyranê".

Herwiha wezîrê rûs teqez kir ku Rûsya hewl nade dijberiyê ji civînan dûr bixe lê divê bêtir li ser dijberiya çekdar rawestin.

 

Derbarê civînên Cenevreyê de jî, Lavrov eşkere kir civînên Cenevreyê yên sûrî-sûrî dê di navbera hikûmeta Sûriyeyê û hemû komên dijberan de be, bê ku ti awarte pêk were.