11:23:05
Rojava News: Gotûbêjê qesra spî yê nû Sean Spicer di yekem civîna xwe ya çapemeniyê de ragehand, Amerîka bo alîkarî û operasyonên hevbeş li gel Rûsyayê li Sûriyê amade ye.
Herwaha got, ‘’Trump bi aşkerayî ragehandiye ku li gel welatekê biyanî ku dixwaze li dijî DAIŞê be, ew jî dê alîkar bin. ‘’
Berî vê daxuyaniyê, wezareta derve ya Rûsyayê nûçeya birêveçûna operasyona esmanî ya hevbeş di navbera Rûsya û hêzên hevpeyman a di pêşengtiya Amerîka li Sûriyê ragehand.
Trump di peyvendiyeke telefonî ya li gel serok komarê Misirê Ebdulfetah El Sîsî de, soz da wî welatî ku li hember terorîzmê alîkariya wan bike.
