11:50:20
Rojava News: Serokê Amerîkayê derbarê penaberên Iraqê û şeş welatên din ên ereb biryarek derxist.
Li gor nûçeya çapemeniya Amerîkayê îro 25.01.2017ê Serokê Amerîkayê Donald Trump hejmarek biryarên nû îmza kirin ku yek ji wan jî girêdayî bi penaberan ve ye.
Di dema bangeşeya helbijartinê de Donalt Trump ku namzedê Komarxwazan bû gelek car ragehandibû ku dema ku bibe serokê Amerîkayê rê nade tu ereb û mislimanek li ser axa Amerîkayê be.
Li gor biryara nû ya Donald Trump, êdî Amerîka penaberên Iraqê û Îran, Sûriye, Lîbya, Somalî, Sûdan û Yemenê vernagre.
