Rojava News: Hat îdiakirin ku Pentagonê amadekarî li ser ihtimala daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump a bo planeke nû ya têkoşîna dijî DAIŞê kiriye.
Hatibû ragihandin, dê Trump li dema merasîma Wezîrê Berevaniyê James Mattis ku serdana Pentagonê bike, daxwaza amadekirina ‘Plana berfirehkirina têkoşîna dijî DAIŞê' bike.
Rayedarekî Pentagonê ji AA'yê re da xuyakirin, Pentagon hay ji daxwaziyên Trump heye û li gor wê xwe amade kiriye.
Li gor nûçeyê rayedarê ku nexwestiye navê xwe bide dibêje, ‘Generalên me texmîn dikin ku dê li ser bilezkirina têkoşîna DAIŞê daxwaz ji wan were kirin. Lewra jî çawa ku ji bo her operasyonekê xwe amade dikin, ji bo vê operasyonê jî gelek bijarde niha hatine amadekirin.'
