13:51:46
Rojava News: Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Nikki Haley, da xuyakirin ku ew navên derdorên piştgiriyê nadin Amerîkayê tomar dikin û ew ê li gor wê bersivê bidin wan.
Nikki Haley berî ku nameya baweriyê pêşkeşî Sekreterê Giştî yê NYyê Antonio Guterres bike daxuyanî da. Haley destnîşan kir ku armanca rêveberiya nû ya Amerîkayê li NYyê nîşandana hêza DYAyê, gihandina dengê xwe û wergirtina piştevaniya hevalbendan e.
Haley got, ‘Em navên yên ku piştgiriya me nakin tomar dikin û li gor wê em ê bersivê bidin.'
Haley di berdewamê de da zanîn, "Em ê her tiştên kevin û ne lazim rakin."
Parêzgara herî ciwan a Amerîkayê ya Başûrê Carolinayê Haley ku 44 salî ye, posta Nûnertiya Daîmî ya NYyê ji Samantha Power wergirtibû.
