5 welatiyên Iraqî li gor biryara Trump deresînor kirin!

5 welatiyên Iraqî li gor biryara Trump deresînor kirin!

21:11:03

 

Rojava News: Rayedarên balafirgeha Qahirê îro(28.01.2017) li ser birayara Trump rê nedane ku 5 welatiyên Iraqî û 1 welatiyê Yemenî serda New Yorkê bikin her cende ku wan kesane vîzaya Amerîkayê hebûn.

Ajansa Reuters belav kir ku di keşta asmaniya hejmare 985 ku ber bi balafirgeha John F. Kennedy difiriya nûnerê komisyona penaberan ya ser bi NY(Netewên Yekbûyî)  5 welatiyên Iraqî û  welatiyekî Yemenî  bi tranzîta Hewlêr, Qahirê ji bo NewYorkê dibirin û her çend ku wan kesane vîzaya çûna Amerîkayê jî hebûn lê rê nehate dan ji bo çûna wan kesane.

Jêder behsa vê yekê jî dike ku berpirsên balafirgeha Johen F. Kenedy biryar da ku rê nedine ew kesene serdana Amerîkayê bikin her çend ku wane vîzaya Amerîkayê jî hebûn.