Li Kanada êrîş li ser mizgeftekê pêkhat: 5 kes mirin!

Li Kanada êrîş li ser mizgeftekê pêkhat: 5 kes mirin!

13:04:46

 

Rojava News.  Li eyaleta Quebec a Kanadayê li dijî camiyê êrişek çekdarî pêk hat, li gorî amareyên pêşî di êrişê de 5 kes hatin kuştin.

 

Li paytextê Quebecê li Quebec Citye ku di heman wekî camiya Navenda Çanda Îslamê tê bikaranîn şêvê din di dema nimeja eyşa de ji aliyê 4 kesên nediyar ve êrişek çekdarî pêk hat.

 

Şahidên bûyerê di agahiyên xwe yên çapemeniya herêmî de ragihandin ku êrişa çekdarî dema ku derdora 40 misilmanên ku li camiye nimêj dikirin pêk hat.

 

Piştî bûyerê gelek tîmên tendirustî, ambulans û hêzên ewlehî sewqî Navenda Çanda Îslamî kirin. Metirsî heye ku hejmara miriyan zêdetir bibe û tê pêşbînîkirin ku rayedarên fermî daxuyaniyeke çapemenî li dar bixin.