Şirketa Amerîkî Starbucks piştgiriyê dide penaberan

Şirketa Amerîkî Starbucks piştgiriyê dide penaberan

13:11:11

 

Rojava News: Starbucksê piştî biryara Serokê Amerîkayê Trump a derbarê penaberan de daxuyand ku ewê li 75 welatan di nav 5 salan de 10 hezar penaberan hilde kar.

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump qedexe ji bo welatiyên 7 welatên misilman danî ku ew di nav 90 rojan de nekevin welêt û ev biryara wî ji hêla rayedarên Amerîkayê ve hat sekinandin, şirketa amerîkî Starbucksê ya ku li cîhanê di qada qehweyê de bi nav û deng e jî daxuyaniyek da.

Starbucksê ragihand ku dê li 75 welatan di nav 5 salan de kar bide 10 hezar penaberan.

CEOyê Starbucksê Howard Schultz ji xebatkarên xwe re nameyek şand û got ku ew niha di nav demeke wisa de ne ku nirxên xewna Amerîkayê we dikir, tên nîqaşkirin.

Schultz got ku ewê hewl bidin ku kesên ji şer, tundî, zilm û cudakariyê direvin zêdetir îstixdam bikin û wiha dewam kir: "Di nav 5 salan de li giştiyê cîhanê emê 10 hezar penaberan bo kar bistînin."

Schultz destnîşan kir ku ewê li Meksîkayê veberhênên xwe bidomînin.