Hikûmeta Brîtanyayê wê Trump bi wexfênî!

Hikûmeta Brîtanyayê wê Trump bi wexfênî!

22:49:08

 

Rojava News: Berdevkê Serokatiya Hikûmeta Brîtaniyayê derheqê vexwandina Donald Turmp ji bo welatê xwe, ragehand ku heta niha jî vexwanidin  her li şûna xwe ya û em çaverêya pêşewazîkirina Trump in ev yeke jî di demekê  de ye ku nerazîbûna xelkê Brîtanyayê li dijî vêxwandina Trump berdewame.

 

Ew daxuyaniya Brîtaniyayê hevdem li gel zêdebûna dengên naraziyane li dijî vexwandina Trump e û îro hejmara îmzayên Brîtaniyên dijî vexwandina Trump giheşte milyonek û 800 hezar îmzayan.

 

Hikûmeta Brîtaniyayê ragehand ku rexmî hemû narazîbûn û rexneyan derheqê vexwanidn Trump jî bo Brîtaniyayê lê vexwandin nayête hilweşandin û ew serdane jî vê îsal pêk bêt.

 

Berdevkê Serokwezîra Brîtaniyayê di civîna çapemeniya xwe ya heftane  de ragehand ku vexwendina Serokê Amerîkayê Donald Trump jî aliyê Serokêwezîra Brîtaniyayê ve heta niha jî cîhê qebûlkirinê ye.

 

Herwiha eşkere kir ku:”Amerîka hevpeymanê me yê nêzîke û em pêkve kar dikin û me peywendiyên bihêz hene û girêdana peywendiyên bihêz li gel îdareya nû a Amerîkayê de girînge, û berdewam kir ku welatiyan mafê xwepêşandan û narazîbûnê hene derheqê vê mijarê de lê belê heta niha jî vexwendin  cîhê qebûlkirinê ye."