Trump: Îran bi agir dilîze

Trump: Îran bi agir dilîze

12:38:39

 

Rojava News: Serokê Amerîkayê haydariyê didete Îranê û radgehîne ku Îran bi agir dilîze.

Serokê Amerîkayê, Donald Trump îro 03.02.2017ê de di nivîsek taze de ku li Tiwittera xwe de bilav kiriye ku:”Îran bi agir dilîze û spaskuzarî wê dilrehmiya ku serok Obama derheqê wan de kiriye, nîne.”

Herwiha Trump di Tiwittera xwe de hişyarî daye Tehranêû û nivîsîiye ku:”Ez li hemberî we wek Obama nabim.”

Di wan cend rojên dawiyê de Hikûmeta Amerîkayê haydarî daye Îranê li ser ceribandinê moşekên Balistîkî.

Hejmara kuştiyên DAIŞê gelek zêde bûye

Rojava News: Di encama operasyona azadkirina Mûsilê de hejmareke zêde li cekdarên DAIŞê hatin kuştin û beşek zêde jî ji aliyê DAIŞê ve hatine gulebarankirin.

 

Ajansên  Iraqî amaje bi vê yekê dikin ku di encama operasyona azadkirina Mûslê de hejmarek zêde li çekdarên DAIŞê hatin kuştin ku hejmara wan bi sedan kes tê texmînkirin û beşek zêde li wan kuştiyan di şerê li gel artêşa Iraqê de hatine kuştin. Endamê Encûmena Mûsilê, Xezwan Davudî ji bo BasNews ragehand:”Hejmarek zêde li çekdarên DAIŞê di encama rev û derçûn li rênimyên DAIŞ ji aliyê DAIŞê ve hatine gulebarankirin.”

 

Wî berpirsî got ku:”Beşek zêde li wan  biyanî bûn û beşek jî Iraqî bûn ku bi temamî hatin kuştin û beşek din jî ber bi rojhilata Mûsilê ve reviyane.”

 

Di dawiyê de got ku:”Hejmara kuştiyên DAIŞê di zêdebûnê de ye.”