DAIŞ dê bi 300 Milyon Dolar çekan ji Romanya bikire

DAIŞ dê bi 300 Milyon Dolar çekan ji Romanya bikire

Rojava News: Endamê Komîteya Asayîş û Berevaniyê li Encumena Nûneran ya Îraq`ê Hakim Zamilî daxwaz ji Serok Wezîrê Îraq`ê  Heyder Ebadî kir ku tedexul bike bo ragirtina girêbesta Rêxistina teroristî ya DAIŞ`ê   bi birê 300 Milyon Dolar bo kirîna çek û teqemeniyan ji welatê Romanya ku bi hevkariya welatekî hevsê ya Îraq`ê ew kar tê kirin.

Di beyannameyekê de ku wêneyek jê ketiye destê Sûmeriya News Zamilî daxwaz ji Serok Wezîrê Îraq`ê kiriye ku ew girêbest bê ragirtin ku Rêxistina terorîstî DAIŞ`ê  bi birê 300 Milyon Dolar dê çek û teqemeniyan ji Romanya bikire ku bi rêya welatekî hevsê ya Îraq`ê piştevanî lê tê kirin.