Trump li ser twitterê biryara qedexeyê ji bo penaberan parast

Trump li ser twitterê biryara qedexeyê ji bo penaberan parast

12:16:56

 

Rojava News: Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump piştî rawestandina biryarnameya serokatiyê ya derbarê têketina Amerîkayê de, eşkere kir ku piraniya penebarên hatine Amerîkayê ji wan welatên ku bo wan qedexe anîtibû, hatine.

Trump daxuyaniyek li ser hesaba xwe yê twitterê parvekir û destnîşan kir ku piştî biryara dadgehê, sedî 72ê têketina penaberan bo Amerîkayê ji 7 welatên ku qedexe bo wan anîtibû, hatine

Trump, "Di navbera dîrokên 2ê Sibatê û 11ê Sibatê de sedî 72ê penaberên ku hatine Amerîkayê ji Sûriyeyê, Iraqê, Somaliyê, Îranê, Sûdanê, Libyayê û Yemenê hatine."

Serokê Amerîkayê Donald Trump têketina penaberên 7 welatên misliman bo Amerîkayê qedexe kiribû, dadgehên Amerîkayê jî biryara cemidandina biryarnameya serokatiyê dabûn, Trump bertekên tûnd nîşandabû.