Staffan De Mistura serdana Rûsyayê dike!

Staffan De Mistura serdana Rûsyayê dike!

11:11:35

 

Rojava News: Nûnerên Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura bi armanca amadekariyên kongreya Cenêv-4  û şanda Opozîsyona Sûriyê serdana Moskoyê dike.

Derbarê wê serdanê Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Gînnady Gatîlov ji ajansa Sputnik a Rûsiyê re daxuyaniyek belav kir, tê de ragehans ku, nûneratiya hemû pêkhateyên Sûriyê li kongreya Cenêv-4  erkê Nûnerên Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura ye.

Gatîlov da zanîn ku, biryare 16ê vê mehê Nûnerên Neteweyên Yekbûyî Staffan De Mistura serdana Moskoyê bike û hevdîtinê derbarê aliyên beşdar di kongreyê de ligel Wezîrê Derve Sergy Lavrov re bicive.

Biryare di 23ê vê mehê de danûstandinên Kongreya Cenêv-4 derbarê kirîza Sûriyê bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî di navbera rejîma Sûriyê û Opozîsyona wê destpê bike.