11:35:47
Rojava News: Fransa ji Encumena Asayişa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî (EENY) xwest, hikûmeta Sûriyê ku li Helebê çekên kîmyayî bi kar anîbû were ceza kirin.
Wezareta Derve ya Fransayê daxwaz kir, bila Encumena Asayişa Navdewletî pêşnûmaya cezakirina Hikûmeta Sûriyê ku li Helebê çekên kîmyayî bi kar aniye bipejirîne.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) hikûmeta Sûriyê tawanbar kiribû ku li Helebê li deverên di bin kontrola dijbereyan de 8 car çekên kîmyayî bi kar aniye. Li ser vê tawanbariyê Wezareta Derve ya Fransayê daxuyaniyek da.
Wezareta Derve ya Fransa diyar dike ku ev mijar gelek cidî ye û tê gotin: “Fransa bi hevpeymanên xwe yên Encumena Asayişa Navdewletî, ji bo ku pêşnûmaya biryarê were pejirandin, hevdîtinan dike.”
Di daxuyaniyê de tê aşkerekirin, bikaranîna çekên komkujiyê, tawana mirovahiyê ye û li dijî aştiyê gefek e û tê gotin: “Kesên ku vê sûcê dikin, bê ceza namînin.”
Ji aliyê Fransayê ve raporeke hatiye amadekirin ku têde agahiyên bikaranîna çekên kîmyayî û bandora wê ya li ser mirovan bi wêne û vîdeoyan, bi parvekirinên medyaya civakî hatiye diyarkirin. Herwiha di vê raporê de hatiye destnîşankirin ku hêzên hikûmeta Sûriyê, bi awayekî rêkûpêk, li dijî dijbereyan çekên kîmyayî bi kar anîne.
Li gor vê raporê, hikûmeta Sûriyê di navbera 17ê Mijdarê û 13ê Kanûnê de herî kêm 8 car, ji helîkopterê bombeyên gaza klorîn avêtine cih û warên ku mirov lê dijîn.
Di encama êrîşên çekên kîmyayî de, 9 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, ku 4 ji wan zarok in û derdora 200 kesan jî birîndar bûn.
