Welatên dijberê Esad beriya hevdîtinên Cenewê dicivin

Welatên dijberê Esad beriya hevdîtinên Cenewê dicivin

01:49:45

 

Rojava News: Welatên ku dijberiya Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad dikin, piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump hat hilbijartin yekemîn car sibê civînekê li dar dixin.

Nûnerên van welatên dijberê Esad ji bo çareseriyeke aştî ya krîza Sûriyeyê beriya hevdîtinên Cenewê ji bo ku di noqteyekê de li hev bikin civînekê li dar dixin.

Li gorî plansaziyê hevdîtinan nûnerê van welatên dijber wê di dema zîrweya Wezîrên Derve yên G20ê de were lidarxistin û hê jî polîtîkaya Trump a ji bo pêşeroja Sûriyeyê ne diyar e.

Çavkaniyekî dîplomatîk ê frensî got: "Welatên ku di mijara Sûriyeyê de xwediyê heman nêrînê ne ji bo em yekrêziya nêrîna wan bibînin divê bi awayekî lezgîn bicivin. Ev beriya hevdîtinên Cenewê meşa yekalî ji bo herkesi şenseke."

Çavkaniyê frensî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di vê civînê de wê nûnerên welatê Amerîka, Fransa, Îngîltere, Tirkiye, Erebîstana Siûdî û hinek welatên din tevlî bibin û di civînê de ji bo em pozîsyona Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson bibînin wê bibe firsendek."