Pisporê rûsî: Sedema operasyona Babê referandûma Tirkiyê ye

Pisporê rûsî: Sedema operasyona Babê referandûma Tirkiyê ye

01:56:58

 

Rojava News:  Pisporê leşkerî yê rûs Vladimir Evseev got, kontrolkirina Babê dê bandorê li encamên giştpirsiyê (referandumê) Tirkiyê bike lewma hikûmeta wî welatî dixwaze teqez Babê kontrol bike.

Rûsya heta niha behsa Reqayê û kontrolkirina wê nekiriye lê hêzên ku wê di wê operasyonê de beşdar bibin yan jî wê operasyon çawa bê encam dan, ji bo wê giringe.

Erebên sûnne û tirkiya dibêjin emê di wê operasyonê de beşdar bin, lê hîna wan hêzan tu amadekariyên wiha nekirine ku bibe nîşana nêzîkbûna kontrolkirina wî bajarî.

Şarezayên siyasî li Rûsya dibêjin ku tirkiya dixwaze di demeke nêzîk de Babê kontrol bike, lê heta niha nikarîbû û nikare jî.

Pisporê leşkerî Vladimir ji Rûdawê re wiha got: “Rastî niha hêza Tirkiyî tine ye beşdarî operasyona Reqayê bibe. Tirkiye tevahiya hêza xwe ji bo Babê kom kiriye û dixwaze bi çi awayî be Babê kontrol bike. Ji ber ku bandorê wê dê li ser encama referandûma biryar e meha Nîsanê birêve biçe heye. Pêwîstiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi wê yekê heye ku kêmayî ji sedî 51 dengê xelkê bidest bixe.”

Kordînatorê Peywendiyên Rûsya û Sûriyeyê Sergey Gavrilov jî amaje kir ku her hewldana li Sûriyê ya bê Moskowê dê biser nekeve û wiha domand:

“Welatên rojava û Tirkiyê her tim dibêjin amadekariyên operasyona kontrolkirina Reqayê dikin. Bêguman bi piştevaniya Kurdan. Me heta niha ti encamên amadekariyên navborî ne dîtine. Bi me li Sûriyê her operasyona li dijî terorîstan bê encamdan divê di çorveya yasayan de û bi razibûna hikûmeta Sûriyê be.”