Cîgirê Trump: Em rê nadin Îran seqamgiriya Iraqê û herêmê têk bide!

Cîgirê Trump: Em rê nadin Îran seqamgiriya Iraqê û herêmê têk bide!

02:04:26

 

Rojava News: Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya û ragehand ku welatê wan rê nade Îran gef li navçeyê û li Iraqê bike.

Li gor daxuyaniya qesra spî, duh 18.02.2017ê, cîgirê serokê Amerîka Mike Pence li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya û hemahengiya di navbera hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge bilind nirxand û wek sedemê serkeftinên şerê Mûsilê pênase kir.

Li gor daxuyaniya hatiye dayîn Cîgirê serokê Amerîkayê, Heyder Ebadî agahdar kiriye ku, ew rê nadin Îran bibe gef bo ser hevpeymaniya Amerîkayê ya li herêmê li gel Iraqê ava kiriye.

Mike Pence, Ebadî piştrast kiriye ku êdî rê nadin Îran bibe gef li ser ewlehî û seqamgiriya Iraqê.

Herwaha qesra spî ragehand, her du alî gelek mijar gotûbêj kirine, ji wan jî şerê dijî DAIŞê û rewşa aborî û piroseya azad kirina Mûsilê û girêdayî bûna her du welatan a bi peymana stratejîk a di navbera her du welatan bûye.