CIAyê programa piştgirtina dijberiya Sûriyeyê rawestand!

CIAyê programa piştgirtina dijberiya Sûriyeyê rawestand!

Rojava News: Reutersê ragihand ku CIAya DYAyê programa xwe ya piştgiriya dijberiya çekdar a Sûriyeyê rawestand.

Çavkaniyên di dijberiya Sûriyeyê de CIAyê amerîkî biryar daye ku alîkariya komên dijber ên Sûriyeyê yên li bakurê rojavayê Sûriyeyê rawestîne, piştî ku meha borî rastî êrîşeke tund ji aliyê tundrewan ve hatin.

Berpirsyarekî dijberiya Sûriyeyê eşkere kir ku ti daxuyaniyeke fermî derbarê vê biryarê de nehatiye dayîn lê wiha texmîn dikin ku ev pêngav ji bo wê hindê hatiye ku nehêlin çek têkevin destên tundrewên îslamîst.

Herwiha berpirsyarên amerîkî yên ku haya wan ji programê heye ragihandiye ku sedema taloqkirina programê ne guherîna birêveberiya DYAyê ye lê belê êrîşa tundrewan e.

Birîna alîkariyê ya Îstîxbarat a Navendî ya Amerîkayê (CIA), politikayên welatên Rojava yên li dijî Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad hişyariyên ku gelo politikaya wan welatan têk diçe.

Fermandarek ji muxalîfên Sûriyeyê ji Reutersê re axivî û got: ‘Rastî ev e ku li herêmê guhertin heye û bandora wan guhertinan bi guman çêdibin. Muxalîf di vî baweriyê de ne ku birîna alîkariyê demborî ye. Lê ev mijar hêj ne zelal e. 

Herwiha derbarê birîna alîkariya CIAyê de ji welatên Qetar, Tirkiye û Erebistana Siûdî tu daxuyanî nehat dayîn. Rayedarek ji hikûmeta Qetarê destnîşan kir ku welatê wî derbarê vê mijarê de dê daxuyanî nede. Rayedarên Tirkiyeyê jî diyar kirin ku derbarê naveroka operasyonê de naxwazin agahî bidin. Ji Erebistana Siûdî jî tu daxuyanî nehat dayîn.

 

10:22:33