Hevpeymaniya Navnetewî: Li Sûriyê hêzên teybet yê Amerîka hene!

Hevpeymaniya Navnetewî: Li Sûriyê hêzên teybet yê Amerîka hene!

02:11:25

 

Rojava News: Hevpeymaniy Navnetewî ragehand ku, 500 serbazên leşkerî yên Amerîkayê ku, piraniya wan ji Hêza Taybet in li Sûriyê hene.

Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, John Dorrian derbarê hejmara Hêzên wan li Sûriyê di kongireyek rojnamevanî de ragehand ku, ji ber giraniya şerê DAIŞê li bajarê Babê û hejmareke zêde ya çekdarên DAIŞê hêzeke wan bo alîkariya Artêşa Tirkiyê li wê deverê heye.

Dorrian aşkere kir ku, 500 pisporê serbazî yên Amerîkayê ku, piraniya wan ji Hêza Taybetin bo piştgiriya Tirkiyê li Sûriyê hene.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Parastina Tirkiyê Fikrî Işek duh, di hevpeyvînekê xwe de ligel kenala Ntv ragehandibû ku, hejemara çekdarên DAIŞê li bajarê Babê kêmî 100 çekdarî ne.

Di 24ê Tebaxa Borî de Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê dest bi operasyona "Mertala Feratê" kirbûn, bajarokê Babê ji sala 2014an ve ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye kontirolkirin, niha jî hejmarek ji gondewarên wê jî aliyê Opozîsyona Sûriyê û Tirkiyê hatine kontirol kirin.