Mihemed Hemo: Rikberiyan Serxwebûnê û Doza Kongira Netewî!

Mihemed Hemo: Rikberiyan Serxwebûnê û Doza Kongira Netewî!

Gava merov doza Kongereya netewa Kurdî bike û ne bi serxwebûn kurdistanê re be, kîjan kêm aqila wê ji wan partiyan bawer bike?. Bûye demeke ku hin partiyên Kurdî daxweziya damezirandina Kongireya Netewî Kurd dikin. Ev cihê dilxweşiya her Kurdperwerekîye ku Kongireyekî Netewî Kurdî, bê li darxistin û demezirandin. Ji hemî hêz û Kesiyatiyên zana û xudî biryarên Kurd

Lê çalakiya wan partîyan li cem merovên bi aqil û hişmend dibe cihê şikê . Çinkê piraniya wan partiyên doza vê kongera pîroz dikin, rikberiya serxwebûna Kurdistanê dikin.

Gava merov doza Kongereya netewa Kurdî bike û ne bi serxwebûn kurdistanê re be, kîjan kêm aqila wê ji wan partiyan bawer bike?.

Amanca yekê ji damezirandina Kongereya netewî ya Kurd ew e ku em tê da doza serxwabûna Kurdistana serbixwe bikin.

Ji wan partiyan, partiyê Bakurî mezin Partiya karkirê Kurdistan e, ji aliyekî ve dest ji doza Kurdistanek serbixwe berdane û ji aliyekî din ve dahola doza Kongireya Netewî lêdidin.

Çinkê gelekan ji berpirsiyarên wê Partiyê û partiyên dûvçilk ji wê re di gotarên xwe yên resmî de rikberiya serxwebûn Kurdistanê kirin.

1- Berêz Cemîl Bayîk Got. Serxwebûn Kurdistanê nakeve xizmeta Kurd.

2- Berêz Salih Muslêm serokê Partiya yeketiya Dîmuqratî di rojname ya Bas a Kurdî de ya ku ji Hewlêrê derdikeve gotî Em tu carî serxwebûnê naxwezin, serxwebûn Kurdistan ne di bercewandiya Kurd de ye.

Ca bila bala we bikêşe, Peyva Kurd jî di navê partiya wî de nîne!

Navê Partiya wî Partiya Yeketiya Dîmuqretî ye!(P Y D)ye.

3- Xetîb Dicle wek Serdarekî H D P û perlematoyê berê ye. Çar sal û nînan li Bakur zîndanî bû, roja ji zîndanê berdane di 5.7.2014 ê de got: Me serxwebûna Kurdistanê avêtî cope (zibalê) û got çênabe serok Meshud Barzanî bêje Kerkok bajarekî Kurdistaniye, Kerko wek Qudsê ye yê hemî gelê wê ye, ne ya gelekî tenê ye. Xetîb Diçle ew gotar da û Berêz Ocelan jî eynî di wê mehê de, nameyek bi lez bi Berêz Leyla zana û Sirî Sireya re ji berêz Mam Celal re di 23 yê meha Tîrmehê de sala 2014 ê de şand û doza bi lezbûna Kongereya Netewî ji Mam Celal kir.

Bawerî li cem merovê huşyar çêdibe ku ev xudî li Kongireya netewî bi derkevin? Xudiyê namê û yên di bin bandora siyaseta wî de kardikin ji yaliyekî de li hemberî pirojeya serxwebûnê radiwestin, ji aliyê din ve jî doza Kongera Netewa Kurd dikin.

Mam Cela bi xwe sal û nîvekê di nexweşxweneyek Almanî de derman dibû. Di 19 yê Tîrmehê de 2014ê de ji nxweşxaneyek Almaniya bi derketibû û vegerî bû bajarê Silêmanî .

Ev nabe cihê pirsa çavdêrên siyasî?

Ku ev bi çi rûyî û ji bo çi doza Kongereyek bi lez, wisa dikin?

Merov dikare bêje ew dixwezin Kongireyek çêbibe ku doza serxwebûnê tê de ne be. Wê hinge jî ew nabe Kongereyek Netewî ya kurd, dibe Kongereyê netewî ya beravêtî.

Ca min mînak Partiya Karkirê Kurdistanê û partiyê jê re dûvçilk anîn.

Lê ne ew bi tenêne gelek Partiyên din hene di nav wan şêst û yek partiyan de hebûna wan ji binî de di gerepana siyasî de tune ye û ne çalakî yê wan hene, hin partiyan ji wan û partiyekî ji partiyên ji beşê xwe rojekê ji rojan li hev nekirin e û gavek siyasî bi hevre navêtin e û dixwezin bi şêst û yek pariyên Kurdistanî re li hev bikin.

Ez bi xwe wek kurdekî rojava yî çalakim, di nav lîsta wan şêst û yek partiyên civîne de û dewa Kongereya Netewî dikin de, çara yekê bû min navê hin partiyan bîstin û bi taybet ew partiyên Rojava.

Ev jî carek din nakeve hişê merovên huşyar Ku ew bikarbin bi erka Kongereya netewî rabin.

Bi bawerî û nerîna min ew partiyê baweriya xwe bi serxwebûna Kurdistanê nebe, bila tu carî miletê xwe bi doza Kongereya netewî nexapîne.

divê merçê bingehîn jî ew bi ku partiyê doza serxwebûna Kurdistanê neke, nebe endamê Kongera Netewî Kurd.