Mihemed Hemo: Serê Pîvazê jî pîvaze, koka pîvazê jî pîvaze!

Mihemed Hemo: Serê Pîvazê jî pîvaze, koka pîvazê jî pîvaze!

 

Kurdên Rojava dive, ji berî her tiştî helwesa xwe ji rijêmê û apsiyona Sûrê diyar bike, ta ku ji kolekê nekevin golekê. Çawa helwesta rijêmê ji dosa Kurd xerape û ti carî gelê Kurd di rojave de, milet nabîne. Helwesta apsiyonê jî ta niha ji doza gelê Kurd, ne zelale. Niha herdu serî rijêm û apsiyon bi xwe di rewşek teng û xerap de ne. Loma car car, ji neçarî çêra gelê Kurd li rojava dikin û tînin ser zimanê xwe. Lê mixabin bi şêweyekî nigetîv. Rijêm û apsiyon jî bi hemî aliyên xwe ve nikarin sêyrî Kurdê rojava bikin wek miletekî xudî doz. Sibê ew ji van qîranan bi derkevin û bibin xwedî deshelat wê çawa seyrî doza Kurd bikin? Ez bawerim hemî Erebên Sûrî yê wek rijêma Behs sêrî doza Kurd bikin. Loma divê kurdê rojava ji niha de horyebin û aj xwe hebin ji herd seriyan û li doza xwe xudî bi derkevin, doza xwe di sûrê de bispînin wek netewek xudî netew û cigravîk.

 

Serokê Şanda Rijêma Sûriyê li paytexta Rûsiya Moskoyê di civata kongereya rijêmê û apsiyonê de ji serokê P Y d re got: Ti mafê Kurd di Sûriyê de nîne,Em rê nadin zimanê we jî ne ji mafê we ye. Hûn Erebê Sûrê ne, we xwestî qebêl bikin û we xwestî jî qebûlnekin, yê qebûl nakin riya Hewlêr û Turkiyê jê re vekiriye, tiştî we li cem me tune ye.

 

Ev perwerdeya rijêma Base ku çel sale Kurdên Başûr û rojava bûne qurbana siyaseta vê rijêma Şofînist. Îro ev rijêma di tengiyê da ye em dikarin bêjin di ber candanê de ye, vê nameyê dide Gelê Kurd. Lê bêhin bi ber wê were wê çi ji gelê Kurd bike?. Hêviya min ew ku ku Rêber û Partiyên Kurd ji vê nameya Rijêmê baş têbigînin tu ji niha û bi şûnda neyên xapandin.

 

Lê em vegerin çend numûna ji çîçkên Behsiyan ew ên diho Behsî bûn û îro jî xwe bi apsiyon dizanin, di derbarê Kurd de çi dibêjin!

 

Şêx Newaf beşîr Serokê Hemewndiya Apsiyona Sûrî yê berê weha gotî:

 

Kurd di Sûrê de ne milete û ti deverê Kurda di Sûrê de tunene.

 

Dr. Birhan Xaliyon ew jî serokê Hemewendiya Apsiyona Sûrî yê berê ye got: Em di Karin bêjin,

 

Kurd di Sûrê de wek goçerê Firansane.

 

Besam Cehara ew jî serokê hemewandiya aposiyona Sûrî yê berê ye. Gava cinêralê Emerîkî Îrînî Odîno hate Başûrê Kurdistanê û serdana hêzên Pêşmrge kir, Besam Cehara resmê Edîno ku di nav hêzên pêşmrgan de girtbû Besam Chara li ser rûpelê xwe yî Faec bok ê belavkirbû û nivisî bû: Cinêralê Emerîkî Edîno di nav Çeteyên kurd de ye.Yanê ev Pêşmerge yên ku bi şev û roj şerê Xeraptirîn Tîrora li Cîhanê dikin, bi şehadeta hemî dunyayê ku pêşmerge ji ber hemî dewleta ve şerê Dahîşa Tîrorist dikin û ev kukumê Apsiyona Sûrî Ceharajî pêşmerge yên qehreman bi Çete navdike. Emê çi kar û xebatê ji vê Apsiyonê bêfşînin.

 

Heysem Malêh Parêzer , Çalakvanê siyasî û mafperwerî di Ezmaniya Erbî ye TV ê de weha got:

 

Ez pê dizanim Kurd bi xwe Erebin lê dîrokê ew xapandin e, ji netewa xwe bi dûrketine.

 

Loma mafê Kurd di Sûrê de ne rewa ye.

 

Li hemberî van helwestên Rijêm û apsiyon Erebên Sûrî, di derbarê gel û doza Kurd de Kurd jî ne yek hêzin.

 

Loma pêvajoya doza gelê Kurd di Kurdistana rojava de berve qederek nediyar der e.