Sîma : Jina kurd û hizrên paşvero

Sîma : Jina kurd û hizrên paşvero

Jina kurd di demekê de pêşwaziyê li hatina 8ê Adarê dike ku salek pir dijwar û bi êş bi ser de derbas bû. Jibilî tundiyên nav malê û civaka  bavsalarî ya Kurdistanê ku her roj rastî jina kurd tê, salek bû ku tê de hizrên îdeolojîk û olî,  bi temamî hewla jinavbirina jinê dan. Li gorî amarên ku hatine belavkirin, nêzîkî  7 hezar jnên kurd ji aliyê  rêxistina DAIŞê ve hatine revandin û rastî arenvîseke reş, nemirovî û  nediya hatine.

 

 

Her çiqas berpirsên kurd bi rêkên  cuda cuda hewla rizgarkirina wan dan lê  pirraniya wan jinan bi zorê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin zeftkirin. Jinên kurd ketin nav çembera  bêhefsar ya hizra berteng û mezhebî ya DAIŞ. Ev hovîtiya ku DAIŞê anî serê jinên kurd ne kêmî hovîtiya sedsalên navîn bû. Çimkî ew jî mîna mirov û jinên sedsala navîn hatin revandin û mîna koleyan di bazarê de hatin firotin. Ev, bû deqa reş di eniya dîrok û mirovahiyê de.

 

Revandina wan jinan êşeke  pirr mezin bû bo civaka kurd. Bi du awayan nêzîkahî bi vê bûyerê re hat kirin; zilamên kurd li gorî hizra xwe ya herdemî,  ev mesele weke mesela namûs û şerefê dîtin û hemû  caran gotin namûs û şerefa me ket destê  çekdarên DAIŞê.. Lê  jin bi awayekî din êşiyan. Ev yek wek têkbirina hebûna xwe, mirovbûna xwe, mafên xwe, rûmet û jiyana xwe dîtin. Ev her du awir careke din rastiya civaka kurd raxist ber çavan ku çawa jin tê de tê nirxandin .

 

Rast e  jin li tevahiya  cîhanê  xwedî  êş û hawareke  hevpar e lê reng û  hawar û nalîna jina  kurd cudatir e. Jina kurd li Rojhilata Navîn dijî  ku navenda  serdestiya sîstema bavsalariyê ye û yasayên wê li ser bingeha  newekheviyê  hatiye danîn . Jina kurd divê him mil bi milê zilam  barê  bêwelatiyê  û pirsgrêkên netewî  rabike  û him jî  li dijî zordariya  heman zilamê  hevçeperê xwe  bisekine û  mafên xwe jê bistîne. Jina kurd him dosta  dijminê xwe ye , him jî  dijmina  dostê xwe ye!

 

Ya ku sala derbasbûîyi hat serê jina kurd û hê jî temam nebûye, dîrokeke pirr reş bû bo hemû cîhanê û ev cîhana ku desthilata zilaman tê de serdest e, dengê wê  jî zilamane  bû li hember vê karesatê. Hewl nehatin dayîn ku ew jin rizgar bibin, dîsa tenê jinên cîhanê bûn ku li ser vê mjarê hinekî dengê xwe bilind kirin.Li rex vê yekê jî parastina jinan û wekheviya navbera jin û mêran , weke hemû caran bi giranî ket ser milê  jinan. Vê carê  jî jina kurd bo bidestxistina azdiya xwe  û wergirtina hemû mafên ku jê hatine standin, bi hemû hêza xwe hat nav meydana kar.