Zaniyarê kurd yê oldarê Îslamî Sehîd Newresî (Bedîh Alzeman) jî di derbarê yeketiya Kurd de di sala 1908 ê de, di rojname ya Kurd Tehawin û Tereqî de jimara yekê de wisa nivisiye:
Ger baweriya me bi Felsefe ya hevrkî ya Zerdeştî hebe Yeketiya Kurd ne mumkin e,Di Felsefeya Zerdeşt de, diyar kirî ku di gerdûnê de, durkî heye.
Rika Xêrê û rika Şer.
Ew jî wisa bi nav kirî Xuda yê Xêrê û Xuda yê Şerî.
Ew du Xudayên rikber, jiyanê bi rê ve dibin.
Yek Xuda nikare jiyanê bi rêv bibe.
Ew zanînên û dîtinêna felsefe û olê zerdeştî ye.
Lê em vegerin olên din, di hemiyand Xudêyek heye, nûnertiye xêr û xweşiya jiyanê di gerdûn de dike. Lê di her olekî de ji wan olan,Îblîsek yan Şeytanek jî heye ew jî li hemberî Xuda nûnertiya şerê gerdûnê dike. Yanê rikberiya Xuda dike.
Raste di wan ollan de ji Îblîs re negotine Xuda lê ew nûnertiya şer jiyanê dike ew Xuda jî nûnertiya Xêrê dike. Loma Xuda û Îblî du hêzin rikberiya hev dikin ta ku jiyan bi rêve biçe.
Em di Karin Olekî nîşan bidin ku nûnerê şer wek Îblîs yan Şeytan tê de tune be na.
Wek: Nêr û mê, Ne nêr bi tenê dikane berdewamiyê bi jiyanê bi de û ne jî mê.
Rikberî bingehek e surştiy e,wek
Ronahî û Tarî.
Serma û germa.
Gilokên sor û spî di xwîna jiyandaran de.
Ew gilokên sor û spî di xwîna hemî jiyandarekî de hene ku bi berdewamî rikberiya hevdu dikin, ji ber jiyan birêve biçe, rikberî û berxwedana wan gilokan di kîjan satê de raweste jiyana jî radiwest e.
Ji aliyê Siyasî û aborî ve jî îro dunya du berin du kampin kampa yekê:
Amerîka, Awropa, Îsraîl serî dikşînin.
Kampa dudiyê Jî: Rûsiya, Îran û ta derekê Sîn serî dikşînin.
Van du beran yan du Kampan Kurd jî di nav xwe de dabeş kirin e.
Em kurd îro li ser van her du Kampan dabeş bûn e.
Di nav Kurdan de Partî Dîmuqratî Kurdistanî bi seroketiya Meshûd Barzanî serê Kampa yekem dikêşe.
Partiya P K K û dûvçilkên wê bi hin aliyên Yeketiya Nîştîmanî ve, bi serdariya Îran ê, serê Kampa dudiyê dikêşe.
Ta ev du Kampên cîhanî hebin, Kurd nabin yek.
Çima Kurd li ser du kampan belav bûn e?
Ji ber ku Kampa yekema cîhanî ku bi serkêşiya van welatanin: Amerîka, Awropa, Îsraîl, ew bircwendiya xwe di avabûna dewletek Kurdî de dibîn e, Loma Piştgiriya Partiya Dîmuqrata Kurdistanî bi seroketiya berêz Meshûd Barzanî dike. Çinkê serokê wê partiyê, berêz Barzanî doza serxwebûna Kurdistanê dike. Ji ber ew dizanin Meshûd kurê Şoreşêye, Xudî nufûsek mezin e di nav Kurdên seranserî cîhanê de û xudî biryare jî di Kurdistanê de.
Ne ji îro de Kurd doza yeketiyê dike ji berê de lê ti carî kurd nebûy e yek lê carna rika Xêrê zora rika şerî birî.
Em di vir de sê Stûnên Kurd numûnan tînin ku doza yeketiya Kurd kirin e.
1-Stûnê Edeba Kurdî Ehmedê Xanî
2-Stûnê Olê Îslamî di nav gelê Kurd de Sehîd newresî(Bedih Elzeman)
3-Stûnê netewa Kurd Pêşewa Qadî
Mîrê Helbestvanên Kurd Ehmedê Xanî, di derbarê yeketiya Kurd de wisa gotî
Kirmanc ne pir di bêkemal in
Emma di yetîm û bêmecal in
Fi l-cumle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl û bêxwidan in
Ger dê hebûya me jî xwidanek
Alîkeremek, letîfedanek
Ilm û hiner û kemal û izan
Şiir û xezel û kitab û dîwan
Ev cins biba li ba wî memûl
Ev neqd biba li nik wî meqbûl
Min dê elema kelamê mewzûn
Alî bikira li banê gerdûn
Zaniyarê kurd yê oldarê Îslamî Sehîd Newresî (Bedîh Alzeman) jî di derbarê yeketiya Kurd de di sala 1908 ê de, di rojname ya Kurd Tehawin û Tereqî de jimara yekê de wisa nivisiye:
Di destê me de sê şûrên ji Almas hene
Şûrê yekê Zanyarî û zanîn e.
Şûrê duyê hevgirtin û hezkirina netewiye.
Şûrê siyê merov karê xwe bi xwe bike.
Weseka mina dawiyê
Zanîn,Zanîn, Zanîn.
Yekbûn, Yekbûn, yekbûn.
Bedîh Alzeman Mele Sehîdê Kurdî
Serokê Komara Kurdistan Pêşewa Qadî Mihemed di Sala 1947 ê de, di name ya xwe ya dawî de wisa nivîsiye û aresteyî hemî gelê Kurd kirî.
Hevdu bigrin hevdu bernedin
li hember dujminê xwe rawestin,
xwe mefroşin dujminan û koletiyê qebûl mekin.
Miletên bi serkeftine ji we ne çêtirin lê tenê wan hevdu girtîn e.
Ji aliyekî de devê kîjan Kurdî veke dibêjin: em yeketiyê dixwezin devê kijan partî vek dibêjin em yeketiyê dixwezin û devê kijan rêberî veke dibêjin em yeketiyê dixwezin.
Belê di carekê de Kurd nebûne yek, tenê di hin helwestan de bûn e yek nimûne li Başûrê Kurdistanê Partî bi seroketiya berêz Berzanî û yeketî bi seroketya berêz Telebanî helwestên xwe kirin yek ji bo Alikariya Amerîka û dewletê hevpeyman rijêma Bas û Seda Husên ji nav birin,
Ez bawerim ew doza yeketiya kurd xewne bila em nebin dîlê xwenên xwe.
Bila em bibin leşkerê aliyê xêrê û em aliyê xêrê, aliyê rastiyê ku bercwendiya netewî dide pêş bercewendiya partiyetî bigrin, wê hîngê em xurtir dibin û aliyê şer qels dikin.