Gava merov bi çavên çavdêran sêyrî van buyerên ku di deverê de rûdidin bik e, nikare ser û lingên bûyeran ji hev derke.
Tê zanîn ku îran welatekî wisa bi hêz nîn e ku karibe vê rola giring di rojhilata navînd bilîze. Îro Îran divê şer û cengên deverê de, welatê herî deskevtî ye. Bi hîç şêweyekî jî kesî li ber xwe nabîne û diyare hesaban ji ti hêzan re nake.
Her roj jî gefan li bihêztirîn dewlet di rojhelata navîn de dike ku wê dewletê ji binî de ji hole rake. Ew jî dewleta Îsraîle ku sêsid melyon Ereb û bi yarmetiya piraniya muslimanên dunyayê ni Karin zora Îsraîlê bibin.
Gava merov bi çavên çavdêran sêyrî van buyerên ku di deverê de rûdidin bik e, nikare ser û lingên bûyeran ji hev derke.
Çinkê Îran welateke ku ji aliyê Rêxistinên navdewletî de bi taybet ji aliyê rêxistinên yasayî û mafê mirov de, Xudî pelekî tariye, Ji roja Rijêma Îslamî li Îranê bûye xudî deshelat û ta pêş Buhara Erebî de welatên pêşkeftî ji welatê Îranê û kiryarên wê gazinc dikirin û nerazîbûna xwe diyar dikirin, lê çima îro ew dewletên pêşkeftî çavên xwe li van kiryarên Îranê dadimînin? Ev dibe cihê gumanê ku merov bi van destdirêjiyên Îranê û artêşa wê li ser welatên doroberê û bê dengiya rêxistinên navdewletî û dewletên hêzmezin rihet nebe.
Nûnerê Encûmanî esayîşê navnetewî Alexder Alîbrahîmî di 23-2-2015 ê de, di rûniştinek guftûgoyan de li navendek Navdewletî ya pêwendiyên Hukomî de got:
deshelata Îranî di Îraqê de pirtire ji deshilata Amerîkî di hin qonaxan de.
Di Sûrê de jî Deshelata Îranî ji deshelata Hukometa Sûrê Pirtire.
Siyasetmedarek heye ku karibe ji vê miadelê tê bigîne, Îraq di bin deshelata Amerîka de be û deshelatdariya îranê di nav Îraqê de ji ya Amerîkî Xurtir be??.
Yan Sûrê di Sînorê Îsraîlê de be û deshelatdariya Îranê ji ya hukometa Sûrî pirtir be?
Di Lubnanê de ji deshelatdariya Hizba Alla ji ya hukometa Lubnanê pirtir be?
Libnan bi xwe jî di sînorê Îsraîlê de ye!.
Ger Îran bi rastî li dijî Siyaseta Îsraîlê ba, Ez bawer nakim ku Îsraîl bihêşta hêza Îranî di Sûrê û Lubnanê de xurt biba, yan îro girêka ku bi siyastmedar û çavdêrên Siyasî re venabe, ew ku çawe Îran bi rihetiya xwe di çar Paytextên Erebî de bibe Xudî deshelat?
Bexdad, Dûmeşiq, Beyrot, Senha, û hêzên navdewletî jî çavên xwe lê damrinin?
Sûrê û Beyrût di sînorê bi hêztirîn delet di deverê dane, ew jî dewleta Îsraêl e.
Tê hişê merov ku Îsraîl razî bibe, dewletek wek Îranê ku ji roja roj de gefa li Îsraîlê dike û îro di sînorê wande şer û çalkî bike?
Kes bawer dike Ku Amerîka bi melyaran di şerê Îraqê de bi derde ta deshelata dîktetora Bas ji navbibe û îro jî bide destê rijêma Îranê ku îran deshilatdariya xwe li wir bide meşandin.
Merovê zana, dikare bawer bike ku Îran bi riya Hosiyan Senha bigre di sînorê Suhûdîya Erebî de ku Şîha û Sune dujminê postê hevdu yî dîrokîne , Suhûdiya Erebî û Mîrgehên Kendavê bê deng bimînin?.
Ev buyer hemî cihê gûmana ne,
Du bîrûbawerî hene ku merov gûmanên xwe bajo ser.
Yan Îran di bin re bi Îsraîl û Amerîkan re qule!
Yan jî Basikan bi Dewleta Îslamî ya Îranî dixin, ta ku ji wan dewletan re bibe niçêra rûdawên Rojhelata navîn.
Çinkê Kurd dibêjin ku mirina Mêroyan bê basik vêdikevin.
