Konê Reş: Rojnamevaniya Kurdistan

Konê Reş: Rojnamevaniya Kurdistan

Di baweriya min de, eger Bedirxanî û Mîr Miqdad Medehet Bedirxan bi taybetî, ne xwediyên Banga Netewî Kurdî a 2'mîn bin, lê her ew xwediyên banga netewî Kurdî a 3'mîn in… Rast e helbestvanê Kurd Ehmedê Xanî bavê banga netewî Kurdî a 1'mîn e û wek ku hatiye naskirin Hacî Qadirê Koyî yê xwediyê banga 2'mîn e. Hacî Qadirê ku li Stenbolê di bin bandora Bedirxaniyan de, fêr û serwextî Kurdewariya netewî bûye..

Mîr Miqdad Medhet Bedirxan kurê Mîrê Cizîra Botan, mîr Bedirxan e. Mîr Bedirxan, yê ku di sala 1843an de, di herêma Botan de mîrnişiyek ava kir, pere bi navê xwe deranîn û di bin navê Peymana Pîroz de Kurd li dor xwe civandin û belav kir û got: Dîn dine Xwedê ye, em tev birayên hev in… Û bi demê re biyaniyan di pesnê wî de gotin: Bedirxan Edalet e û edalet Bedirxan e… baweriya min de, weşana rojnameya Kurdistan û banga wî di hejmara pêşîn de, 3'mîn banga netewî Kurdî ye.

Roja Nû, rojnameyeke hefteyî ya siyasî bû; xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Libnan - Beyrût bû.

73 hejmar ji Roja Nû hatine çapkirin - di navbera sala 1943an û sala 1946an de - û dor salekê ev rojname hatîye rawestandin, di navbera sala 1944an û hejmara (48)an de û sala 1945 an de û hejmara (49)an de. 
Hejmara pêşî (1), ji vê rojnameya bedew di (3)ê gulana 1943an de hatiye weşandin, hejmara dawî (73), di 27ê gulana 1946an de hatiye weşandin.
 

 

Ev kovar çendeyî, folklorî û serbixwe bû, her du heyvan me hejmarek derdixist.. Hejmara pêşî (1) di serê adara 1989an de derket, hejmara dawî (15) û dawî, di bihara 1992an de derket.
Xwediyê wê ez û mamoste Abdulbaqî Huseynî bûn. Vê paşiyê em ji hev veqetiyan, min bi tena xwe berpirsyariya her çend hejmarên dawî kir û Abdulbaqî Huseynî digel Ferhadê Çelebî kovara Zanîn weşandin. Niha herdu rawestiya ne.

 

Mîr Celadet Ali Bedirxan:1893 - 1951, hêviyên bav û bapîrê xwe li erdê nehiştin, bi xwe re hilgirtin û hilanîn û di ber wan de xebitî ta roja dawîn ji temenê xwe. Wî jî di roja 15.5.1932an de hejmara pêşî ji kovara xwe (Hawar)ê bi tîpên latînî, li Şamê çap kir û di nav Kurd û biyanyan de belavkir.. Wî jî, bi Hawara xwe, qêrîn û gaziya bav û bapîrê xwe gîhand Kurdan û got: 
(Hawar dengê zanînêye, zanîn xwenasîne, xwenasîn ji mere riya felat û xweşiyê vedike. Hawara me berî her tiştî heyîna zmanê me dê bide naskirin lewma ku ziman şerta heyînê a pêşîn e..) 
Mîr Celadet Alî Bedirxan, Kovara Hawar, jimar,1/ 1932.
Hem jî; 
(Malxerabo! ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin _ fînfoneke _ derewîn bi lêv bikin.. Kuro! Eybe, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me ra rûrewşiyek girane.. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin..)