Mihemed Hemo: Dersa Kobaniyê, divê Pêşmerge herin Efrîn.

Mihemed Hemo: Dersa Kobaniyê, divê Pêşmerge herin Efrîn.

Ji bo carek din em li xwe nexin û nebêjin hey wex çi bi sere me hat, divê Pêşmerge bigîne Devera Afrînê. Piştî Parêzgeha Udlbê Ket bin destê hêzên Îslamî yên Tundraw devera Efrîn ketî bin gefên mezin. Dive Kurd tedbîra xwe bigire.  Eger Pêşmerge jî neçe? Divê hêzeke milî li Efrînê bê avakirin ku biryara wan di destê wan de be, ta karbin bervedêriya herêma xwe bikin. Ez bawerim gava ew hêza milî ji aliyê xelkê Efrînê ve bê avakirin ti hêz nikarin devera Efrînê bigrin. Berê serpêhatiyê Efrînê di bervedêriya devera xwe de hey e. Gava artêşa firansa di 1919ê de  pê şerê cîhanê yekê re hatî Sûriyê, Bi darê zorê hemî deverên Sûriye girtin. Tenê nikarî devera Çiyayê kurmênc  yanê devera Efrîn, bigirta û di bin kontirala xwe kira.  Artêşa Firansî çiqaz hêzên mezin anîn ser devera Efrînê bi top û balefiran dever topbarankirin  dîsa jî nikarîn devera Efrîn bigirta.

Piştî Firansa Sûrê girt û bû deshelatdar  li wir, di dû re bi du sal û nîvan nikanîn derbazî devera çiyayê kurmênc (efrînê) bibana. Gava artêşa Firansa ji şerê deverê bêhêvî ma bawerkir ku girtina devera Efrîn ê bi şer pir zehete naçe serî, rabûn doza aşitiyê û danstandinê  ji Axayê Efrînê yê xudî deshelat  xwest ku bi hev re bikevin giftogoyan ji bo karibin artêşa xwe di devera Çiyayê kurmênc de bi cîh bikin.

 Loma bi berêz Kor Reşîd Îsmahîl Zade re axayê xudî deshelata mezin yê wê demê de, ketin danstandinan û pêwendîyan . Kor Reşîd Axa jî merovê yekêbû ku bû nûnerê Kurdaxê(Devera Efrîn) di Encûmana bingehî ya Sûrî de ya di sala 1928ê de ku di bin deshelata Firansa de. Piştî  karbûn li hev bikirana li ser hindek xalan paşê bi alikariya Axayên deverê  di bin hin mercên girîng de  derbazî devera Efrînê bû

ji wan mercan

A-Deshelata Firansî lê borîna qiştî ji girtî û şervanan re bi derke

B -Herêmekê bi navê kurdax damezirîn e û hemî karbidest û frmanberên devera wê kurd bin û ji deverê  bi xwe bin. 

C-Moçeya 1000 leşkerê Kurd mihane bide Kor Reşîd Axa ji bo asayîşa deverê bikin.

D-xwendina deverê bi Erebî nebe, bimîne bi zimanê berê yê Osmanî.

Artêşa Firansî di bin van mercan de, derbazî Çiyayê Kurmênc bû. Eger  Xelkê devera Efrîn di devera xwe de xudî biyarbûna wê dîsa bervedêriya deverê bi xurtî bi kirana.

Tiştê xweş îro hêzek kurd li devera Efrînê ye ew jî hêzên bi ser P Y D ê va ye.

Lê wek çavdêr dibînin ku biryara nexşa siyasî ya P Y Dê ne di destê Kurd de ye, di destên hêzên nenasan de ye

Loma Efrîn Ketiye bin Gefên mezin

du ji %65 ji sînorê devera Efrîn dikeve sînorê Turkiye û %35 yê mayî jî ketiye bin destê hêzên tundrewên Îslamî wek Cebhet Alnesra ku bi ser rêxistina Alqahîdê ve ye û yên din.

Ji bo çi Pêşmerge biçin Efrînê?

Efrîn deverk kurdistanî ye di şûnek cixarafî girîng û stratîcî daye

Pencera Kurdistanê ya ser deriya Sipî ye.Deverek dewlemende bi dahatoyên xwe.-

Loma çavên her dujminekî lê ye ku bikin bin kontirala xwe ji bo dabirîna Kurdistanê ji deriya Sipî .

Ji ber devera Efînê ji %35 ketiye destê Îslamiyên tunraw, sînorê mayî jî bi dewleta Turkî yê re ye.

Di kîjan Satê de rijêma Sûrê yan dewletên serdestên Kurdistanê ji wan hêzan bixwezin êrişî ser devera Efrînê bikin û bi hêsanî Efrînê jî bigre, wek Serê Kaniyê, Girêspî, Tilhasil , Tileran,Şêxmeqsûd li Helebê.

Ev dever hemî hêzên bi ser P Y Dê ve ji dest xwe dane ta niha, tenê karîn Kobanî vegerandana, ew jî bi piştgirya balefirên hevbendiya navdewletî û çûna pêşmergan li wê deverê bi çekên xwe yî giran

Yanê niha devera  Efrîn dorpêçe û hêzên bi ser  P Y D de tê de deshelatin, ew hêz jî bi tenê nikare bi wan çekên xwe yî kevin û biçûk bervedêriya wê deverê bike.

Tenê xelkê wê deverê dikarî bervedêriya devera xwe bikira weke ku di serdema hatina Firansa de çawa bervdêriya xwe kirin.

Lê mixabin niha di wê deverê de amedebûna bervedêriyê ji aliyê xelkê wir de , bi ti şêweyan tune ye.

Çunkê:

1-Çek di destê milet de tuneye. Çinkê berî duslan Esayîşa P Y D dest danî ser çekên milet û jê birin bi hecet bê rxseta wan.

2-Xortên deverê ji %80 ji deverê koçkirîne bo Turkiye, herêma Kurdistanê û Awropa hin ji wan ji ber bê karî û jîyana xwe bi derketin e û hin jî ji ber deshelata hin karyarên berpirsên P Y D yên çewt, ji %15 jî li tev hêzên bi ser P Y D ê ve bûne, tenê ji %05 di deverê da mane.

Gava ev herdu hêz miletan di deverekê de tunebin,  çek û xort kiyê bervedêriya wê deverê bike.

Tenê dimîne hêzên bi ser P Y D ê ve ew şervanên başin lê belê ne xudî birarin biryarên wan ji derveyî sînorê deverêne, seta ji wan bê xwestin ku deverê bi cih bihêlin ew ê bi cih bihêlin eger biçîh nehêlin jî çekên wan ne berberî çekên dujminin.

Loma Devera Efrîn dibin gefên mezinde ye ji bo wek Kobanî , Serêkaniyê û girêspî û deverên din lê neyê. Divê Pêşmerge here Efrînê