Mihemed Hacî Kerîm: Kî dewleta Kurdistanê ava dike?

Mihemed Hacî Kerîm: Kî dewleta Kurdistanê ava dike?

Tevî ku heta niha Amerîka berevaniya yekîtiya Iraqê dike, lê ev nayê wateya ku Amerîka destê me girêdaye û mafê hilbijartina jiyana dahatû ji me standiye.

Amerîka dewlet ji ti miletî re ava nekiriye heta ji kurdan re ava bike. Avakirina dewletê pêvajoyeke girêdayî şert û mercên navxweyî û piştevaniya navçeyî û navneteweyî ye. Ne Amerîka, lê em bi xwe biryara avakirina dewletê didin û dikin defakto.

Siyaseta Amerîkayê zelal e. Amerîka hertim xwestiye ku sînorên siyasî yên Iraqê parastî bin, lê bi mercê ku bo hemûyan wek hev û dûrî cudakariyê be û mafên hemû pêkhateyan tê de parastî bin û ji xêr û bêrên wê sûdmend bin.

Lê gelo Iraqa niha eynî Iraq e ku Amerîkayê sawêr kiriye? Çimkî bersiva vê pirsê nexêr e, êdî ji mafê me ye em li ser avakirina realîteyekê kar bikin ku bi saya wê aramiya siyasî, aborî, psîkolojî û civakî bo takekesên civaka Kurdistanê misoger bibe.

Amerîka ji ber çend sedeman naxwaze rûbirûyî rexneyên parçekirina Iraqê bibe, wek çawa berê jî rexne lê hat kirin ku bûye sedemê dirustkirina tevlîheviya siyasî li Iraqê. Lewma ne tenê bangewaziya parçekirina Iraqê nake, lê belê berovajî vê yekê jî daxuyaniyan dide. Lê Amerîka baş dizane Iraqa vêga êdî nikare xwe li ber van hemû alozî û derdeseriyan bigire û ev bihevrebûn heta dawî dom nake. 

Niha kurd ji siyaseta Bexdayê li hember Herêma Kurdistanê bêhêvî bûne. Iraq ne di vê gavê de ku xwîn jê diherike û gihiştiye keviya hilweşînê, cihê bêhêvîtiya gelê kurd e. Lê wek Thomas Friedman dibêje, eger Iraq bibe Swîsra jî hêviyeke baştir ji bo siberojê lê nayê dîtin. Lewma nabe kurd heta roja qiyametê li stûxwariya xwe temaşe bikin.

Ne em xatirê xwe ji Iraqê dixwazin, lê Iraq bi xwe xwe têk dibe. Gunehê cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê, di stûyê wan kesan de ye ku bi lojîka piştguhxistina yên din û mentalîteya mezhebî, hukmdariya Iraqê dikin û îbretan ji rabirdû wernagirin.

Diyar e ku Amerîkayê biryar daye kurdan biparêze. Di rabirdû de me ev yek dît, nexasim piştî êrişa DAIŞê li ser Hewlêrê. Ev tê wateya ku Kurdistan pirr giring e bo stratejiya Amerîkayê. Ne zêdegavî ye eger bê gotin kurd beşek ji stratejiya Amerîkayê li navçeyê ne.

Rast e heta niha Kurdistan parçek ji Iraqê ye û Amerîka jî li ser girêdana wê bi Iraqê ve teqez dike, lê bi saya Iraqeke nearam û tijî bi pirsgirêkên neteweyî, olî û mezhebî; nikare Herêma Kurdistanê neçar bike heta hetayê di çarçoveya Iraqî de bimîne.

Lê biryara avakirina dewletê ne karê şev û rojekê ye. Çewt e eger em astengiyên li pêşber ragihandina dewletê piştguh bikin. Beriya her tiştî pirsa dewleta Kurdistanê girêdayî şiyan û amadebûna kurdan bi xwe ye. Pêwistiya avakirina dewletê bi jêrxaneke aborî, vîn û gotareke hevbeş a milet û artêşeke yekbûyî ya niştimanî heye. 

Dewleta Kurdistanê ne wehm û ne xewn û xeyal e, lê bi baweriya min niha ne dema ragihandina wê ye, lê dema amadesaziya bingehînî û dirustkirina stûnên dewletê ye. Dewlet li ser hîmê sozdarî dirust nabe. Dewlet bi jîrî û vîn û îradeya hevgirtî dirust dibe.

Niha derfeteke giring li pêşiya me heye. Em dikarin rewşa aloz a Iraq û navçeyê li qezenca Herêma Kurdistanê bikar bînin û bilez li ser xurtkirina bingehên damezrandina dewletê kar bikin.

Pirr caran aloziyên siyasî dibin sedemê guherandina nexşeya dewletan. Çiqasî krîz kûrtir jî bibin, tê çaverêkirin guherînên zêdetir pêk bên. Lewma ne dûr e di dawî de krîzên navçeyê, bi parçebûna Iraqê bidawî bên.

Niha navçe bûye meydana aloziyên siyasî, nexasim di bin bandora siyaseta du welatên mezin an rêzbendiya navçeyî ku kêşeyên deverê kûrtir û dijwartir dikin.

Şerê DAIŞê bi roleke giring rabû di siyasîkirina kêşeya kurd û peydakirina piştevanî û dostên zêdetir bo Herêma Kurdistanê de.

Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî karekî baş kir dema pirsa dewleta Kurdistanê li pişt şerê DAIŞê danî. Bi taybetî behskirina vê mijarê bi Amerîka û çend welatên giring yên dinyayê re karekî pirr baş bû. 

Giring e em pêşî bi reformkirina sîstema rêveberî û pêvajoya siyasî dest pê bikin û sînorên ku di destê pêşmergeyan de ne bikin defakto û Amerîka û Iraqê jî neçar bikin li wan mikur werin. Herwiha alternatîvên me bo her eger û metirsî û pêşbîniyekê hebin. Divê em bi hev re rê li ber krîzên Herêma Kurdistanê bigirin û bi stratejiyeke hevbeş bi bûyer û rûdanan re tevbigerin.

Di vê mijarê de, xala yekalîker radeya amadebûn û biryara me ye. Kilîta çareseriyê di destê me de ye. Wêrekî û vîna xurt ya navxweyî dikare deriyên girtî li ber me veke. Rast e êşa zayîna dewletê giran e, lê dîsa bi qasî mabûna me di Iraqê de ne bi êş û jan e!.

 Bi kurtî, bêhişiya desthilatdarên Iraqê û şerê DAIŞê, derfeteke zêrîn ji me re peyda kirin. Eger em bi jîrî bi vê rewşê re tevbigerin, dibe ku mizgîniya xatirxwestina kurdan ji Iraqê nêzîk be.