Keça şoreşê Frîda Kahlo

Keça şoreşê Frîda Kahlo

Şanaz emîn 

Frida kahlo di sedsala 20emin de hate dinyayê û hemen demê ji xwediya hunera  ku imza xwe li sedsalê da  bû.

Bi gotina Frîda “Ez di demên kû bi çoşûperoşî  li benda roniya rojê bûn hatim dinya yê, di nava wî agirî de  ji dayikbûm, û wî agirî ez bistûpêçandim. Dema ez zarok bûm wekê pirîşkê agir di peqiyam… Dema mezin bûm  ji serî ta binî bûme pêtên ji agir.  Ez keça şoreşê me.  Û bê gûman ez keça  xweda yê agirim, ewê ku dê û babîrê me pê bawerbûn.

 

Frîda  hemû rastiyên di dilêxwe de bê tirs derdixist rûdênê.  Her çendê jêre digotin wênesaza dererastî (Surrealist) jî , Wênesaza Meksîkî  Frîda aw rastîger bû. Ji bo wêneyên xwe digot; “Ez kesî ji xwe bêtir nasnakim, ji ber wê yekê jî  wêneyê xwe di wênênim.”  Wêneyê Frîda bi temamî rastîperset bûn û ji ber wê jî imza xwe li sedasala 20emîn da.

Frîda digot “Min tû caran wêneyên xewnê xwe saznekirin ji bîlî wêneyên rastiya xwe.”

 

Frîda di 6ê Tirmeha 1907 de ji bavekî  wênekeş  yê yahudî  Wilhelm Kahlo û dayikek bi eslê xwe pestsor  Matilde Calderon Gonzales  hate dinyayê.

Piştî ji dayikbûna xwe ji ber ku dayika wê Metilda nexweşket  bi destê şîrdayikek pestsor  hate xwedîkirin. Di 6 saliyaxwe de berhanber nexweşiya zarokan Felic hat û paqa wê ya rastê  qop bû.  Ji ber wê yekê di  dema zarokatiya wê de jê re digotin “Frîda  qop” wê jî tim cilên dawdirêj li berxwe dikirin.

 

3 xwuşkê wê hebûn, lê ew gelek bi serbestî  mezin bû, perwerdeya xwe li  dibistane ke teybet bi serkeftin  birêvebir. Di dema dibistanê de berê xwe da huner, felsefe û edebiyatê û kete nav grubekî di edebiyatê de anarşîst bûn.

 

Frîda di 18 saliya xwe de dema  ew û xweşewîstê xwe Alejandro Gomez ji dibistanê dizîvirin malê,  pas a ku têde bûn û tramvaye ke qezakir, paqa çepê jî  derbe xwar. Di wê qezayê de 20 kes mirin paqa Frîda jî  ji 11 ciya şikîya û 32 caran ameliyat derbaskirin.

 

Frîda demeke dirêj bi kûdî derbaskir. Di vê demê de  bavê wê ji bo ku Frîda aciz nebê û sebra wê bê ji awîneyan mekanîzmayên  ku di male de çi dibî bibînî çêkir. Bi saya wan awîna awiqî û hemen demê jî dest bi sazkirina wêneyên xwe kir.

 

Bi gotina Frîda “  Ji ber kû derfeta min ya hilbijartinê tûnne bû,  destpê kê bê girîngî û bê dilxwazî mi dest bi wênesaziyê kir û bi vî rengî min ew derfeta di destê awîneyande  ya kû  nasnama min ji min bistînin û dû dilî bimin re avabikîn min ji destê wan derxist…

 

Di 27 saliyaxwe de  Kahlo careke din pêl erdê kir û dest bi meşê kir.   Vê care bêtir peyvendiyê xwe li gel  hunermend û siyasetmedaran pêşxist. Di sala 1929a de bû endamê Rêxistina Kominîst yê Meksîka.

 

Tevî hemû êş û azarên bedena xwe aşiqî wênegerekî  dîwaran yê Markîsî bû, Ew jî mirove kî gelek bi pirsgirêk û jiyan pê re zahmet bû.  Dema1929a de   Frîda,  bi wênegerê  dîwaran yê Markîsî  Diego Rivera re zewicî  hevserê wê jê 21 salan mezintir bû.  Gelek mirovan zewaca Frîda dişbandin bi “Zewaca fîl û kevokê.”

 

Diego zilamekî qelaw û nexweşik  bû lê dîsa navbera wî û gelek jinan xweş bû,Dîego tû caran li gel Frîda  dilsoz ne bû.

 

Bi xweşka Frîda re xiyanet lê kir. Ji ber kû Dîego xiyanet lê dikir  Frîda xemdar bû, zaroka wê jiber çu, piştî wê jî çend cara dîsa zarok jiber çûn, di sala 1939a de dev ji Dîego berda,  Lê ji ber sedemên pirsgirêkê psîkolojî  piştî salekedin cardin bi hevre zewicîn.

 

Bi gotina Frîda “Du qezayên mezin diserê min re derbas bû, yek qezaya Pas û tramvayê ya din Dîego ye”

 

Frîda û Dîego  hertim layengiriya Sofyet kirin, li gel şoreşgerî  jiyaneke wan bi hemareng jî hebû.

 

Frîda di hemû jiyana xwe  bi korsyên milewan û hesin derbaskir. Tû caran destkarî bi  Simbêlê xwe yê reş û birxwe yê dirêj nekir û wek simbolekê tim reşdikir.

 

 

Berhemên Frîda di saxiya wê de gelek nêrx nedîtin.  Di aliyê ticarî de rê li pêşiya wê di sala 1938a bi raxisteka wê ya teybet li Newyorkê vebû.

 

Di sala 1939a de bi raxesteka xwe ya Parîsê hate  pesinandin.  Muzeya  Louvre’yê  berhemek ji tabloyên wê kirî û bi  Frîda xelatê Wênesazê sedsala 20e min yê Meksîkî wergirt.

 

 Di sala 1943a de tevî ku tenduristiya wê gelek xirab û giran bû jî li dibistana Esmeralda dest bi mamûsteyî kir. 

 

Di sala 1948a de  ji nuve bû endamê Partiya Kominîst ya meksîka.

 

Her ku çû tenduristiya wê gelek berbi xirabûnê ve çû, ji bo ku êş û azarê xwe kêmbikî  û da karibî xewbikî berê xwe da meşrûb û cîgare yê. Ew jî bû sedema dawiya wê. Paqa wê ji bo ku  tûşî  tîrawî bû hate jêkirin.

 

 

Rewşa tenduristiya  Frîda  berbi ruxandinê bû, doktorê wê  hemû hatûçû lê qedexekir, lê Frîda bê ku ji nava livînê xwe derkevê li ser pişta kemyonekê çû raxisteka xwe   ya li “Mala şîn” û li ser livînê  xwe hemû beşdarvan silavkir.

 

 

Frîda Kahlo di sala 1954a de ji ber nexweşiya  kezebê jiyanaxwe ji dest da.

 

 

Berî ku cave xwe li vê jiyanê bigrê di rojnivîska xwe de goti bû “Ez hêvî dikim ev rêvîniya min xweş bê û carekedin nezîvirim”