Obama: Emê piştgiriya xwe bo hêzên kurdî û tevahiya hêzên herêmî yên ku şerê DAIŞê dikin, bidomînin

Obama: Emê piştgiriya xwe bo hêzên kurdî û tevahiya hêzên herêmî yên ku şerê DAIŞê dikin, bidomînin

Serokê Amerîka Barack Obama diyar kir ku di çarçoveya şerê DAIŞê de dê piştgiriya xwe bo hêzên kurdî û tevahiya hêzên herêmî yên ku şerê DAIŞê dikin, bidomînin. Obama her wiha got, DAIŞ wisa zû bi zû nayê tinekirin.

Serokê Amerîka Barack Obama şeva borî gotara xwe ya salane pêşkêş kir. Obama di gotara xwe de herî zêde li ser şerê terorê û DAIŞê rawestiya û behsa rewşa dawî ya şerê DAIŞê kir.

Barack Obama diyar kir ku niha 60 welatên cîhanê bi hev re li dijî DAIŞê şer dikin û got, Amerîka ti carî hêzên xwe naşîne Iraq û Sûriyê.

Obama her wiha ragihand ku dê di piştgirîkirina hêzên Pêşmerge, hêzên herêmî yên din ên ku li Sûriye û Iraqê şerê DAIŞê dikin de berdewam bin û got, heta niha zêdetirî 5 hezar êrişên asmanî li dijî DAIŞê hatiye kirin û gellek mezinên DAIŞê li Şingal û deverên din hatine kuştin, DAIŞ li Kerkûk û Tikrîtê paşde diçe û li bajarê Kobanî jî bi temamî têk çûye.

Li gorî Serokê Amerîkayê, DAIŞê wisa zû bi zû nayê tinekirin ji ber ku çekdarên wê rêxistinê xwe di nav sivîlan de vedişêrin lê êrişên hêzên hevpeyman li Sûriyê bi taybet li cihên ku çavkaniyên darayî yên DAIŞê tê de hene, dê bên zêdekirin.

Barack Obama li ser rewşa hundir a Sûriye û Iraqê jî axivî û got, li Sûriyê hikûmetek bêyî Beşar Esed dê arîşeyan çareser bike lê li Iraqê divê Heyder Ebadî hikûmetek hevbeş û bi beşdariya şîe, kurd û sunniyan ava bike û Amerîka jî dê piştgirî bike.

Obama anî ziman ku DAIŞ li nav Amerîkayê jî tehdîd e lê ew dê tedbîrên xwe bigirin û nehêlin DAIŞ şer veguhêze nav Amerîkayê.

Barack Obama bang li mezin û melayên îslamê jî kir, li dijî DAIŞê rawestin û got, şerê me ne li dijî îslamê ye. Şerê me li dijî DAIŞê ye, jixwe piraniya kesên ku ji aliyê DAIŞê ve tên kuştin, misilman in.