Bila 8-9 Kurdistanên serbixwe çêbibin

Bila 8-9 Kurdistanên serbixwe çêbibin

Rêbwar Kerîm Welî

 

Dost û dijmin (li derve û hundir) vê yekê dibêjin; eger rûxana rêjîma Beis a Iraqê firsendek dîrokî da destê kurd ji bo ku qedera xwe kifş bike, hatina DAIŞê û bûyerên dû wê jî derfetek zêrîn da kurd da ku li dinyayê de şewq bide û axa xwe ya ku ji dest çûye û bi ti belge û bendeke Destûrê û ti rêkeftinekê nedihat misogerkirin jî, bihust bi bihust bi xwîna xwe bidest bîne.

 

Lê li kêleka van hemû tişt û bûyeran, derket holê ku kurd ji destpêkê de bi ser du aliyan de dabeş bûne, ji ber wê jî bûyerên piştî êrişa DAIŞê bûn sedema çêbûna bûyerên trajîk û pirûska agirê şer gihîşt Başûrê Kurdistanê jî. Îja çima û çawa DAIŞê ji ber deriyê Bexdayê berê xwe da Şingal û Hewlêrê, dê derkeve holê. Lê ev firsend hêdî hêdî nirxa xwe ji dest dide.

 

Carekî rayedarekî amerîkî ji min pirsî: Tu dixwazî her çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û Kurdistanek serbixwe çêbibe? Min yekser got, na, ez dixwazin heşt-neh Kurdistanên serbixwe yan jî girêdayî wî û vî bên avakirin.

 

Bersiva min ew zilamê amerîkî mat nehîştî. Keniya û got, mîna welatên erebî!

 

Rastiya tevgera rizgarîxwaza kurdî ya new kurdên ku li dijî wê derketine, ew e ku eger em bi rêkeftina Sykes-Picot bûn 4 parçeyan niha sed salan piştî yê rêkeftinê em ber bi parçebûneke zêdetir ve jî diçin.

 

Dema mirov li dîroka dûr û nêzîk a kurdan dinêre, ev yek tê dîtin ku eger nakokî û şerê navxwe yê Kurdan neba ti kesî nikarîbû miletekî bi vî rengî ji hev veqetîne û wan bi ser 4 welatan de dabeş bike. Ya ku wan wê demê kirin ji parvekirina gûşiyek tirî bi ser malekê de hêsantir bû.

 

Li Başûrê Kurdistanê, piştî ewqas şer, xwînrijandin û wêranî di navbera du hizrên serekî de, derket holê ku ne dikarin hev tine bikin û ne jî dikarin serdestiya hev qebûl bikin ji ber wê jî ber bi du aliyên cuda ve dimeşin.

 

Serdema dualîtî û duîdaretiyê li Başûrê Kurdistanê ji niha baştir bû, her çiqas dibêjin ev gotin kufr e lê ez vê kufrê dikim.

 

Yekxistina rêveberiyên dîrokî yên Kurdistanê ti sûda wê tinebû çimkî ew yekxistin, derew bû. Sîstema duîdaretiyê berhema siyaseta du partiyan (PDK û YNK) nîne. Eger wisa be wê çaxê divê PDK niha %70ê dengên welatiyên Kurdistanê li piştê be lê ne wisa ye. PDK tenê di herêma xwe ya dîrokî de bihêz e û naxwaze wê serdestiyê jî bide ti kesî. YNK û Gorran jî bi heman awayî li devera xwe reftar dikin.

 

Di dîroka wan gelên ku di warên siyasî û civakî de wiha ji hev belav bûne, hinek kes derdikevin holê ku paşê jê re dibêjin dîktator. Axa Mihemed Xanê Qacar û Riza Şah li Îranê, Stalîn li Sovyetê, Bîsmark li Almanya, Ataturk li Tirkiyê û htd…

 

Ji ber wê jî divê di serdema demokrasiyê de ku behsa maf û çareseriyên demokratîk tê kirin, divê em bêyî ku hizra bijardeyên xirab bikin, behsa parvekirina desthilat û rêveberiyê li ser bingeha pêkvejiyanê bikin.

 

Bila her aliyek bibe xwedanê Destûr û sîstema xwe ya taybet, hikûmet û parlamentoya xwe ava bike, hêza xwe ya leşkerî hebe lê pêwendiyên her du rêveberiya jî bi hev re hebin.

 

Ev yek, zû yan dereng, dê her çêbibe ji ber wê jî ya baş ew e ku beriya nivîsîna Destûrê em bi awayekî ciddî li ser bifikirin.