Bersiva Min ji Mamoste Mueyid Tayib re

Bersiva Min ji Mamoste Mueyid Tayib re

Konê Reş

Spasiya mamoste Mueyid Tayib dikim ku ev mijar nû kir û hişt ku em bi hev re bixepêrin. Mamoste! Di baweriya min de, dûrdîtina mîr Celadet Bedirxan û giringiya weşandina kovara Hawarê re bi tîpên latînî, ev bû; Ku zimanê kurdî bê parastin û kurdiya latînî li seranserî kurdistanê belav bibe.. Hem jî ku kurd wek tevayî xelkên cihanê bibin xwedî alfabeyeke xweser… Ew xweş bawer bû, ku yekîtiya kurdan di yekîtiya zimanê wan deye û yekîtiya ziman ji yekîtiya tîpan destpê dike û gotiye:

(Yekîtiya miletê kurd bi yekîtiya zimanê kurdî tête pê. Di yekîtiya ziman de gava pêşîn jî yekîtiya herfan e. Yanî ji bona nivîsandina zimanê miletekî divêt zana û xwendewarên wî miletî bi tevayî ji bona zimanê xwe elfebeyekê bibijêrin û heke di wî zimanî de çend zar hene, zar hemî bi wê elfabê bêne nivîsandin.)

Lê sed heyf û mixabinî ku di wê hingê de berêz Tewfîq Wehbî Beg xwe ji ber projeyê mîr Celadet Bedirxan da alî, ku xwe nedaba alî, niha wê alfabeya latînî li seranserî Kurdistana başûr jî berdest ba..?!

Eger berêz Tewfîq Wehbî Beg dengê xwe tevî dengê mîr Celadet Bedirxan kiriba û piştgîriya wî ji weşana Hawarê û tîpên ku wî ji zimanê kurdî re bijartibûn, bi erênî pejirandiba, îro roj, ev problema ku li Kurdistana başûr, di warê standardkirina zimanê kurdî de heye, çê nedibû.. Wek ku hun tev dizanin ev problem cudabûnê dixe nav kurdên bakur û başûr de jî. 

Tevî rêzgirtina min ji kar û xebatên birêz Tewfîq Wehbî Beg re yên di warê leşkerî, dîroka kevin, dîroka olan, dîroka bajaran û ferheng û ziman de heye, lê ezezetîya wî ew şaş kiriye û rêk nedaye wî ku ligel Mîr Celadet Bedirxan bibe xwediyê alfabeya Kurdî a latînî..

Di baweriya min de, nebersivdana wî ji nameyên mîr Celadet Bedirxan re, li vê yekê vedigere; wî divîbû ku ew xwediyê navê pêşîn be ji berhevkirin û belavkirina Tîpên latînî re.. Vêca çavê wî bar nedibû ku mîr Celadet Bedirxan xwediyê wî navî be. Nexasim wî xweş dizanî ku Mîr Celadet rixseta kovara Hawarê ji Fransîzan standiye û bi alfabeya latînî amade kiriye ji çapê re û wê çap bike.. A din, eger ne wilo ba, çima piştî ku Hawar hat weşandin û belavkirin û di nav hejmarên wê yên pêşî de pîroznameya Hemîd Ferec û nivîsên nivîskarên soranîaxêfan û yên xelkên Badînan hatin belavkirin, nexasim propagenda Mela Enwerê Mayî ji alfabeya latînî re, ji nû Tewfîq Wehbî Beg di sala 1933an de, anku piştî salekê ji weşana Hawarê, pirtûkek bi navê (Xwêndewarî Baw), bi tîpên latînî weşand..? Wî, di vê pirtûka xwe de 5 tîpên cot wek (Gh, Sh, Rh, Ih, Ch), li alfabeya latînî zede kirin.. Di sala 1966an de jî digel C. Y Edmondis ferhengek Kurdî-Ingilîzî li Londinê bi wan tîpan çap kir.. Lê ne pirtûka wî û ne jî ferhenga wî cihên xwe di nav kurdan de girtin. Gelo wî divîbû, bi wan tîpên cotanî xwe nêzîkî Ingilîzan bike...?!

Vêca Mîr Celadet Bedirxan di bersiva xwe de ji Pîrût re, li gor mezinbûn û giringiya navê xwe, bi rengekî ne belû, serketina xwe bi weşana Hawarê, bi tîpên latînî diyar dike û guneh dixe stûyê Tewfîq Wehbî Beg de dema û dibêje: (Çar mehan ez li hêviyê mam, da ko bi destbirayê xwe ve dest bi dest elfabêyeke welê derînim ko pêşdetirî li dû pityê vemekit. Lê her wekî min ji jor ve got li min nehat vegerandin. Jê bêtir jî min nikarîbo ez li hêviyê bimînim. Ji lewra me dest bi derxistina Hawarê kir û elfabêya xwe ji kurd û biyaniyan re da zanîn. Iro di meydanê de tiştekî çêkirî heye. Kovarek û elfabêyek. Elfafêyek û kovarek. Nik dilê min ji bona iro ya çêtir û rastir eve ko em hêla xwe bidin û vê elfabêyê heta higê ko mihiceta edlanendê bikevêt pêşiyê û rê li me bigirêt, pêşve bibin.. Gelek spasan li Pîrûtê delal dikim ko ev hînceta ha xiste destê min).

Li kovara Hawarê hejmara (10an, Sala 1932an) Vegere, gotarê Mîr Celadet Bedirxan yê bi navê (Li Ser Yekîtiya Zimanê Kurdî ), ku bersive ji Pîrût re.

Careke din, dubare dikim û dibêjim; Tewfîq Wehbî Beg divîbû ku ew xwediyê qenciya berhevkirin û belavkirina Alfabeya Kurdî Latînî be ne mîr Celadet Bedirxan be.. Lê, roja îro alfabeya ku Mîr Celadet Bedirxan berhevkiriye, li seranserî Kurdistanê belav bûye û wek ku kurdan gotiye: Heçî berê gula zerê. Hem jî gotine: Silav li sifra hazire.

Dawî, ez jî dengê xwe tevî vê gotina serok Masûd Barzanî dikim  ya ku berî çend salan li Duhokê, di civîneke rewşenbîrî de wiha gotiye, dema pirsa ziman jê hatiye kirin: (Dema ku em behsa zimanê kurdî yê standart dikin, ew ji bo hemû Kurdan e, ne tenê ji bo Kurdên başûr, ji bo vê yekê jî divê ji hemû perçên Kurdistanê zimanzan û lêkolînvan di wê xebatê de cih bigirin, ezê jî piştgiriya wê xebatê bikim..)

Serok Mesûd Barzanî