Mihemed Hemo: PKK şerê barazan tîne nav garisê xwe.

Mihemed Hemo: PKK şerê barazan tîne nav garisê xwe.

Tirk dujminê gelê Kurd e, erê! Lê şerê îro bi Tirkan re ne di bircewendiya doza gelê Kurd de ye, siyaseta PKK ya çewt vê şera anî nav mala xwe.

Amrîkan ji PKK xwest ku rê li ber pêşmergeyên rojava vekin wan rê nedan.

- PKK baş dizane ku îro hêza Ezmanî ya Amerîka piştgiriya şervanê YPG di Rojava de dike û rojane hêrişên DAIŞê li ser Şervanan dişkîne.

- Pkk baş jî dizan ku artêşa Ezmanî ya Amerîka rojava ji hêrişên Daîşê  neparêzê hefteyekê jî nikarin li ber çekên Dahîş li berxwe bidin.

- Turkiyê dujiminê postê doza Kurd e, gava Amerîka ji wan xwest rê li ber pêşmergeyên kurdistanê veke ta biçin Hawara Şervanên YPG di Kobanî yî de, Dewleta Turk bi wê hêza xwe nikanî ji Amerîka re bi gota na. Ew biryara ji Turkan re weke şûşeyekî jehrê bû bi ser xwe de kir û nikanî ji Amerîkan re bigota na!.

- Lê gava Amerîkan ji YpG  xwest ku Pêşmerge derbazî rojava bibin Qendîlê dibin fişara rêjîma Sûrî û Pasdaran de nikanîn bigotana erê.

- Loma Amerîkan rê da Artêşa Turk Qendîlê Bobabaran bike

Qendîlê ragihand ku biryara aştiyê ne di destê berêz Ocelan û Demirtaş de ye.

Wê gavê Qendîl aşker dike ku biryar di destê wan de ye, gava we bû, ji Turk re aşkere bû ku Aştî nema çinkê Turk dizane Qendîl yanê Tahran, Tahran jî ticarî naxweze Kurd û Turk bi hevre Aştbibin.

PKK Kuştina du polîsên Tirk li xwe girt.

Ez dîsa dibêjim rayederên PKK baş dizanin li xwe girtina kuştina wan Polîsan nakeve xizmeta PKK , doza Kurdî û Aştiyê wan. Çima? Ew yê Kuştina Polîsên ku tîror kirine, bavêjin stuyê xwe.Ew baş dizanin ku karê tîrorê ne dibercewendiya wan de ye,naxwe ji bo çi rayadarên PKK wê xwe bikin tewanbar?  Ev carek din dibe cihê gûmanê ku PKK ne di destê xwe de ye.

 

Salih Muslim çend caran bi Mîtê Tirk re civiya ye, vê yî agdariya Amerîkan ji aliyê wî ve.

Ji Mafê Muslime ku pêwendiya bi dewleta Turk re bike ji ber di sînorê hevdan e lê bila ji xwe re neke adet û ji xêynî xwe re bike qebahet . Ragihandina PKK roj ji rojê şerê berêz Mesud Barzanî dike bi hiceta pêwendiyên wan bi dewleta Turk re, erê berêz Mesud Barzanî wek e serokê herêmekê bi serokê Dewletek cîran re pêwenîdar dibe ku çawa bercewendiya wî berêzî bi Turkan re heye ya Turk jî bi Kurdan re heye   

Roj ji roj jî Pkk bi hemî hêzên xwe û dûvçilên xwe ve, şerê siyasta Berêz Mesud Barzanî dikin.

PKK bi xwe jî dizanin ku ta şerê Barazanî dikin, wê rûtê cihana demqrat û pêşkeftî bin û esîrê dewletên dîktetor û şûnkeftî bin. Çinkê berêz Barzanî niha jimark girînge di nav hesabê siyaseta navdewletî de. PKK ger bixweze hesabê xwe bixe nav siyaseta  navdewletî divê dostaniya Barzanî bikin. Bila Kurdên bakur jî baş bizanibin tenê berêz Barzanî dikare doza wan ya netewî di cîhanê de berpêş bibe, çinkê giraniya Barzanî  ya Siyasî û Aborî tekê terezoya siyaseta navdewletî dadigerîn e. Gava Bahsa Kurd di nav siyaseta navdewletî de tê kirin, Ew dizanin ku Barzanî xudiyê wê dozê ye, ne kesekî din. Îro di Siyaseta navdewletî de, Kurd Barzanî ye û Barzanî jî Kurd e. Ji ber ku Partiya Barzanî ji partiyekî xudî Milîs, îro bûye partiyekî xudî Hukomet. Yanê Barzanî niha Dewletê û leşkerekî nîştîmanî bi rêve dibe, xew ji aqliyeta milîsa rizgarkir û bi aqliyê dewletê xebitî. Loma îro cîhan tev Barzanî wek rêberê netewa Kurd dinasin ne wek serok partî û serok herêm. Ca Barzanî bi wê siyaset xwe partiya Demuqratî Kurdistanî jî kir xudî Îdlojiyek Kurdî giştî.

Loma jî Hêvîdarim ku PKK serê xwe neke sere vî rêberê mezin û nebin rêgir li ber siyaseta Partî Demqat û bi bokza nerin şûjinê.

 

Şerê Pkk yê li dijî serxwebûna Kurdistanê.

- PKK û dûvçlên wê  li çar perçeyên Kurdistanê îro dixwezin bibin rêgir li ber serxwebûna Kurdistanê, ji bo çi? PKK rast be yan şaş be jî, dîrokek xwe nivsand, sî hezar şervan şehîd dan ji bo serxwebûna kurdstanê, hêvîdarim bila sî hezar şehîdî din jî nedin di rêgira serxwebûna Kurdistanê de, Kurdistan serbixwe dibe ku em bixwazin û nexwezin çinkê bercwendiya nivdewletî we dixweze û nexş jê re hatiye danîn.

Van sdemên li ser ji ber siyaseta pkk çewt rê li ber Artêşa Turk vekirin ku Qendîlê bobebaran bikin.