RojavaNews : Di sala 1984an de, min serdana Polîtbîroua Partiya Demokrata Kurdistanê bi şêweyekî nehênî li devera Lolanê li ser sînorê di navbera Îraq û Îranê de kir, ku wê demê navê Mekteba Siyasî ya paş lê dihate kirin.
Piştî ku min hevdîtinek bi Fazil Mîranî û Izedîn Berwarî re pêk anî, me rêxistinek bi navê "Pêşrewanî gel" saz kir, ku karê wê bi awayekî nehênî li deverên (Mêrge Sor-Soran- Şeqlawa ta bi Hewlêrê) dihate destnîşankirin. Min erêkirina Fazil Mîranî ji bo serdana baregha Patiya Karkerên Kurdistanê PKKê ya li nêzîkî baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê li heman cihî wergirt. Di wê demê de PKKê di destpêka xwe de bû, û mêvanê PDKê bû. Dema ku ez derbasî baregeha PKKê bûm, min kursî û maseyên ji teban dîtin, her wiha perçeyek zevî li pêşiya baregehê çandibûn. Berpirsê baregehê Kurdekî Zazakî ji devera Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bû. Dema ku em derbasbûn ew di nava zevî de bû, bang li wî kirin û ew hat û bixêrhatina me kir, lê bi zimanê Kurdî nizanîbû. Xortekî ciwan, moralekî bilind, ew dîmen gelekî ciwan bû, em demekê bi hev re axvîn. Piştî bidawîhatina hevdîtinê, hin çap ji belavokên xwe dane min, min ligel belavokên Partiya Demokrata Kurdistanê anîn Diyana. Min hez li PKKê kir ji ber ku berhmê birîneke kûr ya Kurdên Bakurê kurdistanê ye, nikarim hez li wan xort û keçên ku çek ji bo xebtekê hilgirtine nekim, helbet piştî zencîreyek ji helmetên tinekirina Kurdan li Dêrsim, Warto, Pîran û Amedê.
Tiştê ku ez bêzar kirim, ew bû ku wan hevsoziya xwe ligel serhildana gelê Kurdistanê di sala 1991ê de nîşan nedan, pişt re tirs ji ber lidarxistina hilbijartinan û avakirina Parlemanto û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wan re çêbû. Hinceta wan ew bû ku niha ne dema avakirina Parleman û Hikûmetê ye li Herêma Kurdistanê, lê tenê divê Parleman û Hikûmeteke netewî ji her çar perçeyên Kurdistanê hebe. Me ji wan re got, bila sebra we hebe, bila em herêmekê ava bikin, da ku cihekî aram be ji perçeyên din yê Kurdistanê re, ev yek ji xwe re kirin silogan.Ti mifa ji wan gotinan nehat girtin, PKKê tiştê dixwest kir, mebest ji vê yekê, ew bû ku şer di navbera PKKê û Herêma Kurdistanê de destpê kir. Di sala 1994an de, min hevdîtinek bi Cemîl Bayiq re pêk anî, kesayetiya wî bi kesekî difbilind ji min re hate diyarkirin, hat xuyakirin ku ew her tiştek e, di nava PKKê de, û pêwendiyên PKKê bi aliyên din yên Kurdistanî re gelekî xerab bûn (Şer, kuştin, teqîn, nakokî..h.d), ev hemû tişt ji saxlet û sîfetên Bayiq bûn.
Pişt re Murad Karayilan hate xuyakirin. Wekû kes her ku min Karayilan didît, Şehîd Ebdilreham Qasimlo li bîra min dihat, rewşa wî ya Kurdewarî, cilûbergê wî, avaftina wî, danstandina wî, ti nameyek ji wî nexweş ku terîmên tundê di nav de hebin nedigha te. Dema ku Karayilan li ser ekranan derdikeve, mirov ji hestên Kurdayetiyê têr nabe, dirustkirina vî kesî duristkirineke Kurdewrî ya resen e, û nîşana vê yekê ew e, dema ku Karayilan rêveberiya PKKê yan jî KCKê dikir, pêwendiyên PKKê bi hemû aliyan re suriştî bûn. Ez di wê demê de gelekî agahdar bûm bi serdanên Karayilan ji bo Barzaniyan li Hewlêr û Serê Bilind. Di serdema Karayilan de nakokî hatin rawestandin, doza Kurdî berû pêş ve diçû. Proseya aştiyê li Tirkiyê di serdemê wî de destpê kir û gelek gav berû pêş ve hatin avêtin û xwîn hate rawestandin. Her wiha di serdemê wî de kongreya netewî kete qonaxa praktîk û stendina tedbîran de, seqayê pêkvejiyanê û qebûlkirinê di nava Kurdên Rojavayê Kurdistanê de hino hino cihê xwe digirt, lê van gavan karayilan ji serkirdayetiyê dûrxist.Şopînerên warê ewlehî û stratîjî ji welatên herêmî re gihiştin wê baweriyê ku qonaxa Karayilan qonaxa yekîtî û yekrêziya Kurdan bû. Helbet tiştê wisa ji bo wan welatan nameya mirinê ye, û nahêlin ku ev yek biçe serî. Ji bo vê jî, wan welatan bi şêweyên xwe yên taybet Karayilan ji cihê wî rakirin û Bayiq li cihê wî danîn û serkirdayetiya PKKê radestî wî kirin.
Ji roja ku Bayik serkirdaytiya PKKê dike, pêwendiyên PKKê û layanên Kurdistanî ên serke vegeriyan wekû ku çawa welatên herêmî dixwazin. Giftûgo bidawî hatin, kongerya netewî hate tinekirin. Pîsbûna rewşê gihişte ekranên kenalan, dîmen hatin guhertin, seqayê nebaş û dagirtî nakokî derbasî nava tevgera Kurdî ya netewî bû, proseya aştiyê li Tirkiyê hate rawestandin, ji ber ku welatên ku Cemîl Bayiq anîne li ser desthilata PKKê, proseya aştiyê di navbera PKKê û Tirkiyê de red dikin, û kongereya netewî jî red dikin û naxwazin ku aramiya civakî di nava Kurdan de hebe, û naxwaze ku giftûgo di nava layanên Kurdistanî de hebe û bi taybet di navbera PKKê û PDKê.
Cemîl Bayiq xwe peyê wê hêza herêmî ya ku serkirdayetiya PKKê radestî wî kir dibîne, û li ser wî tê ferzkirin ku gavên xwe li gor pîvanên wê hêza herêmî bavêje, mebest divê Bayiq ew tiştê ku tê pilankirin ji aliyê wê hêza herêmî ve pêk bîne.
