Mihemed Hemo: Serok Mesûd Barzanî welatparêz e, ne partîparêz

Mihemed Hemo: Serok Mesûd Barzanî welatparêz e, ne partîparêz

Helwesta PDK û ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di bûyerên Silêmanî û derdora wê de ku li dijî bargehên Partiya Demokrata Kurdistanê êrîş hatine kirin û helwesta berêz Mesûd Barzanî û serkirdiya partiya wî li hemberî wan bûyeran, bûne cihê piştrastiya gelê Kurd ku Kurdistana serbixwe ava dibe.

 

Jiber ku di buyerên hefteya çûyî de ku li Silêmanî rûdan û ragira Partî li hembera wan rûdawan ji hemî gelê Kurd re diyarbû ku Kurdistan di destê mirovên welatparêz de ye, ne di destê partîperêzan de ye. Ji ber van mereman jî mirovê Kurd dikare bi helwestên Partiya Demokrata Kurdistanê û helwesta hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ya li hemberî wan bûyeran serbilid be. Ji helwesta PDK diyarbû ku ew xwedî stratîjiye, dikare serxwebûna Kurdistanê pêk bîne.

 

Wek diyar bû ku ew bûyerên hefta çûyî li Silêmanî rûdane, bi destê dujminê gelê Kurd hatibûn darêştin da ku carek din gelê Kurd bixin nav şerê birakujî. Lê vê carê hêzên Pêşmerge hişyarbûn ku destên dujminên xerap di van bûyeran de heye, dujminan plan darêştine ku gelê Kurd bixin nav şerê birakujiyê da ku destkeftiyên gelê Kurd di van salan de bi destxistin têk bidin û ji destwan derbixin.

 

Birêz Mesûd Barzanî ji berî çend salan gotibû: ”Bila dujminê gelê Kurd xewnan nebîne ku carek din gelê Kurd şerê birakujî bike, ji ber ku em êdî şerê birakujî bi şerê xwekujî dizanin.”

 

Bi rastî jî birêz Barzanî di van bûyeran de xwe ji şerê birakujiyê parast û nehişt gelê Kurd bikev e şerê xwekujiyê û nehişt merema dujminên Kurdan bi cih bibe. Ev helwêst jî bersivek tund û girîng bû ji dujminê gelê Kurd û destkên wan re.

 

Wek diyar bû ku Partiya Demokrata Kurdistanê berjewendiya gelê xwe di ser berjewndiya partiyê xwe re digre. Loma jî diyar bû ku PDK bi seroketiya birêz Barzanî dikare serkêşiya welatekî serbixwe bike. Ger berjewndindiya gel di ser berjewndiya partiya xwe re negirtana wê bersiva aliyên destxerap bidana, li ber çavên kamerayan û li ser hemî ekranan bi dujmintî û ne heqî li wan deveran êrişî ser bargehên partî dikirin ew dişewtandin û endamên wan dukuştin. Li hember vê jî PDK’ê jî bargehên wan li deverên din diparêstin da şerê birakujî rû nede.

 

Ji ber vê yekê aşkerbû ku birêz Barzanî û partiya wî welatparêzin ne Partîperêzin.

 

Îro jî pêwîstiya gelê Kurd bi partî û serokekî welatparêz heye. Loma di vê qonaxê de ti serok nikarin cihê serok Barzanî bigrin