Kaçiya Osman: Azadî

Kaçiya Osman: Azadî

5:34:18 PM

 

RojavaNews : Rojek ji rojên buharê, gul û kulîlk tev geş bibûn, çûkek li ser şaxê darê bû, pir xweşik bû lê bi kul,  derd û hembû, difiriya li ciyekî xweş digeriya, dûr ketibû ji hêlîna xwe, hevalekî weke xwe dît, ew jî bi êşa wî bû, li dem û rewşa hev pirsîn

 

Got: Ey Şevder tu bikude çûbû, ewqas çavê min li te digeriyan, ev xweşbûna welatê me îro li me bûye zindan, li dora me hatiye pêçan, pûşê hêlîna min roj bi roj diweşe, bi qêrîna çêlîkên xwe ez pir dêşim, ka ez çibkim hevalo?!

Bê cî mam bê xwarin mam û bi serde her roj êrîşe, ka ez çibikim hevalo?

Şevder: Ey Perwan kula veneke û tije xwê neke, ez jî wek te perîşanim û çibikim nizanim, rê tev girtîne li ber min, ma kanîn çêlîkên min? Qey tu napirsî hevalo?? Birîna minjî pir kûr e.

Herdû bi halê hev giriyan û gotin çare çiye?

Ji nişkava dengek ji dûrve hat: Hey hevalino....hey hevalino.. Min dît welatê xêr û xweşiyê,  ka em bi hevre biçin cihê rûmetê min dît bi xwedê min dît.

Perwan bankir pê: Hey Hîm te jiyan kir şahî û dîlan, bêje çi heye, te çi bihìstiye?

Hîm: Min malek dûr dît, pir xweşe û her tişt tê xwestin li ber destaye, ne buhaye û ne bi peraye, çûkê wir di buhişta jiyanê dene, av û genimê wan li ber wane, ji mirinê pêve ne kêmî wane, paqijî û aşitî li cem wane, û ême ji pêv kul û derdan ne xuyane, bê avin bê xwarinin ta ezmanê welatê me ji me windaye, kî ji me çîv-çîvek azadî banki, ziman û perîkê wî weşyaye û xwîna wî rijyaye û gotinên wî lê belane, gelo jiyan wiha ye?!!

Ka em harin û ji vê zilm û zorê xlasbin.

Biryar dane hev, bi pevre firîn û berî dan bajarê xewina.

Piştî şev û rojin direj û dijwar, befir, baran û zîpik bi ser wande hatin xwar, gihiştin cihê ku bi daxwaza wan bû.

Perwan çavê xwe gerand û bankir: Hevalino vane Warşîn, Xemgîn û Dilbirîn.

Ew hersê çûk di rekehekî pir xweşik de bûn, li ber wan bû av û êm, gul û kulîlk li dora wan bûn.

Gava ku Perwan, Şevder û Hîm hevalê xwe di wê xweşiyêde axîn û nalîn dan û gotin:  Gelî bira û dostan ev çi jiyane, ev çi xewne, ev çi rewşa delale, em di tor û bextê wede, me jî bi cî bikin, ji ber em pir westiyan, em pir êşiyan em perîşan bûn ji welatê xwe, û me her tişt li paşxwe hişt.

Hêstir ji çavên wan hatin xwar û keser berdan.

 

Xemgîn bankir bi qêrîn: Nebînin ev buhişte birano bi xwedê ev hemo ne tişte, raste her tişt li ber desta ye lê nexapin weke me, qelenê azadiya welatê biyaniyê pir buhaye, ta çêlîkê me ji me pir dûrin,ew di himbêza medene lê mixabin ser xwesteka wane ne ser xwesteka mene, û riya bav û kala li vir windaye, ne ev cihê nevîyê azadiyêne, daxwaza me derî li me vebe û ji rewşa reş, tarî û biyaniyê xlasbin.

Bi lez Hîm deriyê rekehan vekir û bi hevre bankirin:

Ka em tev vegerin li çiya û ezmanê welat

Vegerînin kêf û şahî

 

Bi refekî biratî

Li ser dar û kaniyên welat

Em himbêz bikin ala delal

Û bi dengek yek am bankin

Azadî

Azadî

Azadî