Bekir Ako: Êdî ji PYDê re naçe serî

Bekir Ako: Êdî ji PYDê re naçe serî

Roja 17ê vê Kanûnê ji her salê wek Roja Ala Kurdistanê hatiye diyarkirin û li hemû beşên Kurdistanê merasîmên taybet bi vê helkeftê birêve diçin. Lê mixabin ku li Rojavayê Kurdistanê û li ser destê PYDê ya ser bi PKKê ve di çarçoveya birêvebirina siyasetek ku ne wek siyaseta niştimanperwerî ya miletan û ne wek dîroka ti partiyên siyasî ye, ku sivkatî û bêrêziyê bi ala Kurdistanê dikin, ew ala ku di ber de bi hezaran qurbanî hatine dan.

Helbet bi monopolkirina hemû cumgên desthilatê li Rojavayê Kurdistanê, PYDê ku di rastiyê de rola hêzên rêjîma Sûriyê di lêdana partiyên kurdî de dibîne û texsîrî nekiriye, herwiha pêwendiyên wê hêj rasterast bi rêjîmê re hene, xwedî siyasetekê ye ku di leşkerkirina Rojavayê Kurdistanê de xwe nîşan daye û eşkere ye jî ku di ber de destê wê bi xwîna welatiyan sor e, lewma bo gelê kurd ti hêviyên din tê de tune ye.

Divê çi cudahiyek di navbera DAIŞ, şîe, Esed û PKKê de hebe, bi xwe her hemû wek hev li dijî ala û sembolê Kurdistanê ne. Ya rastî sedema wê yekê jî ew e ku al û hêviya neteweya kurd di destê rêberekî de ye ku jê re dibêjin, Barzanî.

Dîmenên Roja Ala Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê, jibilî derxistina soz û xweşteviyê ya welatiyên kurd ên Rojava bo ala xwe, lewma PYDê li dijî wan rawestiya, lewma ew yek rast e ku PYDê teriya PKKê ye û PKKê jî caşa şîeyan e, herwiha jibilî rawestanê li dijî xwestek û îradeya neteweyî ya kurd, tiştekî din ji wî karî nayê dîtin.

Kî nizane ku dema PYDê êrişî ser amadebûyên merasîma Roja Ala Kurdistanê li Girgê Legê dikir, di 15ê vê mehê de li Dêrik û Qamişlo û Rimêlan rê da partiya Baisê ya faşî ku kongreya xwe girêbide , lewma divê çi gumanek di wê yekê de bimîne ku wek kar û kiryarên wan ên din piştrast bikin ku herdem pasdarek fermanê li wan dike û ew jî di cih de bicih dikin.

Helbet PKKê li şûna ku kar kiriba li ser wergirtina mifayê ji pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê, bi heman siyaseta xwe ya şaş ew derfet têkbirin û tişta ku pêk hatibû ku di berjewendiya gelê kurd de bû li Bakur, ji dest dan. Li şûna pêşxistina pêvajoyê, bervajî daxwazên welatiyên Bakur dest bi kolandina xendeqan li nava bajarên Kurdistanê mîna Amed û Cizîr û Silopyayê kirin û xelkên sivîl kirin qurbanî. Li wir nesekinîn û niha dixwazin li Herêma Kurdistanê destkeftên kurdan jidest bidin û li ber çavê cîhanê wan destkeftan kirêt bikin, lê divê baş zanibin ku ew karên wan ne li Başûr û ne jî li Rojava nayên qebûlkirin û êdî derfetê nabînin ku tişta ew dixwazin dê bikaribin bikin.

Ev siyaseta nelicih a PKKê û dûvikên wê di demekê de ne ku kurd û doza wan ya rewşa ji serxwebûnê nêzîk dibin, herwiha di wê demê de ye ku dinya divî şerê li dijî terorê de ji aliyê bejayî de çavê wê li ser Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ye û navê parêzerên mirovatiyê li wan hatiye kirin, lê PKK û bala wê ya Rojava (PYD) dixwaze, çarenivîsa kurdan bi aliyê şaş û xirab de bibe û tişta ku heta niha kurdan bi dest anîne, her wek tişta ku li Bakurê Kurdistanê kirin, ji dest bidin.