Sîpan Xelîl: Medaya… Siyaseta birçîkirinê

Sîpan Xelîl: Medaya… Siyaseta birçîkirinê

Hêj rejîma Esed, di siyaseta xwe ya berê ya birçîkirina miletê Sûriyê de bi şêweyekî hovane berdewam e, vê rejîma ku bi dehên salan zilm û zordarî aniye serê xelkê Sûriyê, helbet di rêya bikananîna siyasetên çewt de di nava wan de siyaseta  birçîkirinê, ku dihişt gelê Sûriyê ti carî jê re nebêje na, û di riwê kiryarên çewt yên ku dianî serê wan de ranewest in.

Piştî ku siyasetên kuştin, revandin, tirs, sepandina nerînên tund, û siyaseta şerê hovane ya ku rejîma Esed li dijî welatiyên sivîl bikar dianî bê sûde çûn, ji ber ku welatiyên Sûriyê serê xwe jê re neçimand, niha  rola bikaranîna siyaseta birçîkirinê ji aliyê rejîma Esed ve tê holê.

Xelkê bajarokê Medaya yê gundewarê Şama paytext, niha qurbaniyê wê siyaseta çewt in, ku ev şeş meh in di jêr dorpêça çekdarên Esed û çekdarên Hizbullaha Libnanê de ne, ku dixwazin bi darê zorê û zora birçîbûnê xelkê bikin kole, û ew xelk xwe ji Esed re daxînin.

Karîsetek mirovî

Xelkê li Medaya Şamê ji serma û birçîna dimrin, zêdetirî 40 hezar kes ku zarok, jin û pîremêr di nava wan de hene dorpêçkirî mane, û kes nîne vê xelkê ji vê karîseta mirovî derîne, û her ku dem diçe rewşa wan aloztir dibe, ji ber ku heta niha ti dezgehên mirovî xwarin û derman derbasî Medaya birîndar nekirine, û ya xerabtir ew e ku nahêlin ti kes derbikeve. Li gor rêkeftina rawestandina şer, pêwîstbû rejîma Esed rê li ber derbaskirina alîkariyan vekiriba, lê wek em dizanin libal  rejîma Esed mirin û birçîbûna xelkê Medya û tevahiya gelê Sûriyê ne giring e, ya giring mana Esed li ser desthilatê, kî bimre nexem e.

Bêdengiya Civaka Navdewletî

Deriyek  nema û xelkê Medaya lê nedan, cihek nema û dengê xwe negihandinê, lê mixabin  cîhan û civaka navdewletî derbarê vê karîseta mirovî bê deng maye, welatên Herêmî û yên Erebî li krîza miletê Sûriyê li gor berjewendiyên xwe temaşe dikin, ne li gor zehmetiya ku miletê Sûriyê dikşîne. Bila Civaka navdewletî bi erkê xwe yê mirovahî rabe, û bi hewara zarokên Medaya ve biçin,  û wan ji vê karîsetê xelas bikin, herwiha karê qirêj yê ku rejîma Esed dike jî rawestînin.

Rejîmên dektator li her cihekî, herdem dibîne ku ji encama belavbûna aştî û fikra sivîl têgihiştin çê dibe, û milet berê xwe dide azadî û daxwaza mafên xwe, lewra siyasetên wiha mîna "siyaseta birçîkirinê" ji aliyê wan ve tê meşandin.

11:32:37