Sîpan Xelîl: Kampanyaya îmzeyan a ENKSê

Sîpan Xelîl: Kampanyaya îmzeyan a ENKSê

Kurdên Rojavayê Kurdistanê xwe amade dikin, da ku beşdarî Kongerya "Cenêv 3" bibin. Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), dest bi komkirina îmzeyan kiriye, ji bo ku mijara doza Kurd bibe mijarek ji mijarên civîna Cenêvê û mafê gelê Kurd li Sûriyê bê çespandin.

Komkirin yan berhevkirina îmzeyên welatiyên Rojavayê Kurdistanê bi serpereştiya ENKSê, karekî sivîl, aştiyane û baş e, ji ber ku rewatiya dozê giringiyekê mezin dide kampanyayê, tevî hin kêmasiyên wê.

Danheva îmzeyan nîşana wê yekê ye jî ku ENKSê ji xewa xwe ya çend salan rabû, bi taybet piştî lidarxistina kongreya xwe ya sêyemîn, bêguman ENKSê piştî vê kampanyayê wê bêtir berhemê bide û hino hino navê xwe yê windayî di nava welatiyên Rojavayê Kurdistanê de  diyar bike, lê di heman demê de, ev yek sîwaneke ji lawazbûna kutleya Kurdî ya di nava Îtîlafa Sûriyê de, ji ber ku ev çend sal in nikarîbû doza xwe bi awayekî baş biçespîne.

 

Çima tenê ENKS?

Gerek ENKSê, partî û rêxistinên civaka sivîl bi xwe re beşdar kiriba û bi vê yekê kampanya ji warê tekalî û partîtî dûr diçû, herwiha hejmarek baş ji îmzeyan kom dibû û kampanya dikete xizmeta doza ku ji partiyan mezintir bû û ji xwe partî jî ardûyê vê dozê ne. ENKSê wê gellek partî bi vê yekê bi aliyê xwe de anîba û wan ji rêza PYDê dûr dixist, ji ber ku ev mijar hestiyar e.Wiha kampanya bi hewceyî alîgir û dostan e, da ku fişarekê li ser aliyekî durist bike,  mîna Neteweyên Yekbûyî ji bo ku doza Kurd bê ser masê.

 

Sûda ENKSê

ENKS ji vê kampanyayê, dê du sûdan bibîne; yek wê ji raya giştî re bide xuyakirin bê ev deng yê cemawerên wê ne, û ya din jî wê ji Kurdan re bide xuyakirin bê asta karê Encumena Niştîmaniya Kurdî derbarê doza gelê Kurd li Sûriyê gellekî  bilind e, û dê bi vê yekê xebata PYDê ya li dijî doza Kurd di rêya hemahengiya bi rêjîma Esed re ya ku naxwaze ti carî Kurd bibin xwedî maf, eşkere û deşîfre bike.

 

Beşdarbûna Xelkê

Xelkê Rojavayê Kurdistanê tevî rewşa ewlehî ya zehmet û fişarên PYDê, bi coşeke mezin pêşwaziya vê biryara  ENKSê kirin. Ez dikarim bibêjin bê ne tenê alîgirên partiyên di nava ENKSê de beşdar bûn. Xelkê ku beşdar bûn ji bo doza Kurd li Sûriyê bibe mijara Cenêvê, beşdar bûn, welatiyên Rojavayê Kurdistanê ti aliyekî siyasî di mijarên wisa de nas nakin, herdem amade ne ku di ber doza xwe de bibin qurban û dîrok vê yekê jî venaşêre.

 

Çima PYD li dijî wê derdikeve

Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), li hin deverên Rojavayê Kurdistanê astengî ji helmeta ENKSê ya danheva îmzeyan re çêkir,  bi taybet li bajarê Efrînê. Xebatek wisa di warê çalakiyên sivîl de tê hejmartin, û êrişên PYDê li ser vê kampanyayê bêwate ye, ev yek nîşana wê yekê ye ku PYD hest bi rikberiya ENKSê ya xurt kir lewma dest bi astengiyan kir, helbet ev dê ziyanê bighîne doza Kurd li Sûriyê.

 

Ya baştir…

Divabû Kurdên Rojavayê Kurdistanê di nava xwe de beriya niha kampanyaya danheva îmzeyan ji bo yekrêziya nav mala Kurdî de pêk anîbana, piştre bi yek helwest, yek deng û yek proje li ser maseya Cenêvê rûniştibana, wê demê dê karîbana mafê rewa yê gelê Kurd li Sûriyê bidabna çespandin.