7:06:37 PM
Pakrewan Nesredîn Birhik ji dayikbûyê gundê (kevrê dena)ye yê bi ser bajarokê (çilaxa) li devra aliyan li kurdistana sûryê di sala 1960an de, xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe derbas kir û xwendina xwe ya amadeyî li bajarokê çilaxa temam kir.
Piştre di nav bera bajarê (hesekê) û (dêra zorê) xwedina xwe berdewam kir û bawername ji pemangiha pêşeszaiyê beşê (kehrebê) wergirt.
Pakrewanê qehreman ji despêka gencîniya xwe ve tevlî revê (PARTÎ) bû, dinav xwendevanan de li (çilaxa), (heseke) û (dêre zorê) kar û xebata kurdewarî dikir.
Di berdewamiya kerê xwe de hêdî hêdî berpirsyariya wî di partiya wî de mestir dibû, di sala 1998an de û di kongrê pakrewan Kemal ehmed derwîşde bû indamê komîta navendî û piştre indamtiya pîlotbîroyê di partiya xwe de wegirt.
Pakrewan nesir ji rêbaza kurdayetiyê rêbaza berzaniyê nemir firşik bûbû û bi mêranî bervanî diber vê rêbazê de dikir ta cane xwe yê pak kir fida.
Pakrewanê hêja serkirdeyekî lehing bû, xwedî karîzmeyeke taybet bû, bi kar û xebata xwe û bi heskirina xwe ji heval û hogirê xwe re, cihekî giring di partiya xwe de wergirt.
Di kar û xebata xwe de her li pêşbû pişikdarî di konfiransa Qahîra de kir wek nûnerê Partî di 22 ta 24 çirya dewem sala 2009ê yak û bi çavdêriya paymangiha (ispin) ya elmanî.
Roleke teybet hebû di damezrandina Encûmena Niştimaniya kurdî de û her wiha yek ji serkirdeyê çalak bû di Encûmenê de.
Wek kesayetekî navdar di civaka devarê de cî girtibû û bûbû lêvegrek ji çareseriya her pirsgirêk û rûdaneke civakî di herîmê de.
Ji wê yêkê di dirêjahiya kar û xebata xwe de tûşî gelek astengiyan dibû ji al dezgihê ewlekariya rejêmê ve û çend cara hate deste serkirin û eskencekirin, cara yekem piştî serhildana avdara 2004rê hat desteserkirin û bêtir ji 6 heyva ma girtî di zîndana (Sêdnaya) li şamê her di 10 êlûna 2008an de bi hin serkirda û indamê bizava kurdî re hat desteserkirin ji incama xwepêşan dana li ber pelemento ya sûriyê, cara dawî jî di Avdara 2009an de hate desteserkirin û bi biryara dadgiha serbazî li qamişlo bêtir ji 3ê heyva ma di zîndanê de .
Lê çendî astengî û guvaş li ser dihatin kirin bêtir Pakrewanê qehreman bi hêz tir dibû û baweriya wî bi rêbaza wî xurtir û mikum tir dibû.
Babê ela di xebata xwe de westan nas ne dikir, di despêka şoreşa gelê sûrî bi hêz tevlî xwepêşandan û çalakiyan di bû û li hemû devera cihê wî xuyabû.
Ji wê yekê jî bû armanc ji dezgihê ewlekariyên rijêmê û dîvelokê wê re, di roja duşemê rêkeftî 13hê sibata 2012hê bi pîlaneke bi qirêj hin tirsînokên bê wijdan agirê dilreşiya xwe û bi guleyan êrîşî pakrewanê gotina rastiyê kirin û di incamê de bi giranî babê ela birîndar bû, bi hewarî hate veghastin bo nexweşxana NÛR li qamişlo û ji wir hate veghastinî nxweşxana MARTÎNÎ li bajarê helebê, piştî berxudaneke bê sînor bi birînê xwe re di sihara 22ê sibata 2012an de cane xwe yê pak siparte yezdanê dilovan û di heman rojê de termê wiyê pîroz ji helebê ber bi qamişlo ve hat guhastin û li gundê kevrê dena hate bi xak sipartin.
Bi hezaran ji layingir û dost û hevalê pakrewan pişkdarbûn di pêşwazî û rêuresmê bi xaksipartina wî de.
Nesredîn wekû lehingekî wekû serwerekî hate naskirin û bi tîpê zêrîn navê xwe kola di dilê gelê xwe de.
