Rodî Lelê: Hêviyên me pir giranin

Rodî Lelê: Hêviyên me pir giranin

Hêviyên me pir giranin

 Bi alozin bê semyanin

Em nema dengê Eyşeşanê dikin .....were bê mal

Em nema dengê xanima sitrana Om kelsom dibhîzin

 Û ne  fincanên  qehweya

 evînê di êvarek romansî de dibînin

Ev êvarê weha nemane

Dengê Gulbihar û  om kelsom û Feyroz û Tehsîn û M.Şêxo windabûne

Ji bilî dengên top û firoka nayê

Dengê qîrê zaroka

Dengê giryê dayika

Dengê rev û bazdanê

Rengê agir û dûmana

li ser welatê min ketiye

Surişt ji evîna rast ziwabûye

Kanî çikane Tûzik û benik li ber avê kaniya nemane

Nêrîn bê helwîstin

Tenê ji bo nêrînêye

Nêrîna çava nema

wateyê didin

Evînî bûye nav

Bûye pêmayên dîrokî

 li şûnwara jî nayên dîtin 

Tenê li ser rûpela tê nivîsandin

Bûye pêkenîn

Bûye demborandinek bê hest

Di vê serdema bê hest de

Buhar bê rengin

Bilbil bê dengin

Helbest bê hestin

Dil nema ji bo evînê lêdidê

Tene ji bo xwînê belavbikêت

Di van kawdana de çewa

 hest namrin ......