DAİŞ piştî ku li jenosid bi serê şengaliya de anî vê care jî berê xwe ji bo komkujiyê nûh da Kobanî. Dê çawa pêşiya vê pêşreviya hovane û komkujî bê girtin?
A- Ji bo vê yekê pêngavên siyasî
Li Hewlerê 12 tirmeha 2012a bi beşdarbuna rêxistinên siyasiyê Rojava civînek li darket û peymanek hate imzekirin. Têde biryara Encumena gel yê Rojavayê Kürdistanê hate girtin û ev pêngav di cîh de bû.
Lê belê ji ber hin sedeman ev peyman cîbecî nebû, rêxistinên Rojava geşnebun, enerjiya hindir wundakirin, di nawnetewande jî di aliye nunertiya berjiwendiyê Kurda de gelek çilmisî man.
Pêviste destpêkê ev tevlîheviya di navbera rêxistinên Rojavayê Kurdistanê bê çareserkirin.
Pêviste aliyên siyasî li hev bicivin û xwe di berçawa re derbasbikin, cardin Encümena gel ya bilind bixin rojevê û bi erk bi misyon bikin.
Eger Encumena bilind ya gelê rojava cardin bê erkdarkirin, vê di siyaset û diplomasiya derve de bêtir bi bandorbin û moral û maneviyate gel jî dê bilind be. Dema ku li dervê bêtir bi bandorbûn karin avakirina êniyeke netewî jî hêz û lez bikin.
Kurdistana Rojava pêviste herî kêm federasyonê bike ermanc.
Ji ber ku Kanton demkî bun pêviste yekser bêne rakirin. Bedêla wê jî derbasî sistema parlemena bi gelek partî bibin. Yekrêzî û bihevrebûn hemendemê bikin gerantiya berdewamiya xwe jî.
Beriya hertiştî dive hemû alî di bireveçuna wê de xwedî kedbin û hewlê bidin. Eger aliyek bêjî “ya min”wê demê di derbarê Kurda de hezên dagirker vê xwedî biryarbin. Wê demê dibê ku DAİŞ êdî ne tenê Kobanî hemu Rojava dagirbikî, ez bawerim êdî mafê kesekî namîne da bi axifê.
Aniha ev êrîşên ku têne kirin, ne li ser Kantona ye, bilakis bi ermancê komkujû ji hole rakirina hemu rojavaye. Pêviste bi teybet ev rewş bê zanîn.
B- Li hindir û derve gavên diplomasî
Li Rojava kontrol ji hêzên siyasî li destê PYDê ye, mafê di destê wêde wak nîw dewletekêye. Lê mixabin ji ber kû xwedî nêzîkatiyê wak rêxistinek nehîni, teng û îdolojîkî ye, derfet nadê hemû tebeqeyê ciwakî tewlî tekoşînê bibin. Bêguman rastawrast asteng nakin. Şuna yekîtiya neteweyî, tekîtiya îdolojîkî-rêxistinî esas digrin, sinif û tebeqeyêdin jî nikarin bi raman û tevgerî di navde cîhbigrin.
Ji ber ku hemu îradêyên rojava temsila xwe di erka heyî de nabînin, lêgerîn û hewlên diplomatîkî jî encam nagrin.
Kurd jî wek her netewê dema berjiwendiyê netewî rastî metirsiya bê, pêviste karibin xwedî yek helwestîbin.
Şuna ku hemu kes û partiyan wak xwe bikê bila xwedî xweşbînî bê, derfet bide herkes bi rengê xwe beşdarbê.
Bêguman ne tenê meseleya xweşbîniye, mesela bixwe bawerî û cesaretê ye. Dema cesaret û bixwebawerî hebê wê demê dînamîkên navxweyî jî bilinddibin. Pêbaweriya dînamîkên navxweyî rê li pêşiya pêşketina diplomasiya derve vedikê.
C- Pêngavên di derbarê jiyana Ciwakî û aborî de
Li rojava şewaz û rêbaza aborî ku tê sepandin hê aboriya dema bêrî dîroka niviskî ya “Komunal” di qulqulênî.
Dibe ku ev model di nava şera de li girtîgeha, li kempên dîlan hinekî bimantiq be. Lê ew model di aboriya hemdemî de nabê modela komelgehî.
Rojavayê Kurdistan pêviste li gor şert û mercên xwe, di rêbazên aborîde bazarak firî û di jiyanê de standardên xweşiyê bilind bigrê.
Modela siyasî û aborî ya Korya bakur ji rojavayê Kurdistanê re nabê model. Aboriya girtî û siyaseta partiya tekane deredemiye, û ne li xweşi û berjiwendiyê gelane.
Rojavayê Kurdistan pêviste li gor teybetmendiyê xwe siyaseteke parlemena gelek partî û demokratîk, aboriya bazara firî û dibin erka hukuqî de sisteme kê bipejirênî.
Sistema komelgehî, aborî û polîtîkî divê xwe ji nuhde avabike.
D- Di qada ragihandinê de pêngavên pêvist
Mîdya-ragihandin xêzeke bi tenêxwe gelek mezine. Pêviste di cîh de bê bikaranîn.
Êwên di dema karesata Sengalê de bi zimanê felaketê diaxifîn aniha bê dengin, yan jî hertiştekî bi hesanî radigînin.
Berdevkê YPG Can Polat jî di vê derbarê de xwedî gazince û dibêjê” hin hêzê ku em bi ware di peyvendiyêdene, dibêjin em ragihandinê dişopînîn, rewş ne weke wûn dibêjin, ji ber wê jî daxwaza alîkariya me qebulnakin.” Mîdya neberpirsyarane hereket dike, hemû tiştî hesan nîşandidê.
Ji ber wê jî sedemek herî mezin ji xirabuna rewş û tenêmayina Kobanî mixabin ragihandina layengiraneye.
Ji axaftinê Can polat jî tê zanîn ku sedemek ji derengketin û bêdengbuna hêzên koalisyona navnetewî, nêzikatiya ragihandina layengire.
Pêviste destkarî bê kirin li ser ragihandina Kurda, derfet ji wan sazî û kesa re jî neyê dayin. Ew kesên bi vî şeklî hereket dikin bêne jinavbirin.
E- Pêngavên di rêxistina leşkerî û şer de bêne avêtin
Clausewitz di pirtûka xwe ya bi nave “ Li ser şer” de ; şer dişbînî bezirganî, cengê jî dişbînî diravên zindî.
Dema İŞİD Musul xiste bin kontrola xwe û êrîş bireser Peşmerge, wê deme peşmerge bê amadekarî hate girtin û gelek şehit dan, yê din jî paşdevekişiyan.
Şengal dema ji 3 aliyan ve ket bin dorpeçê, bi sedhazaran Şengalî berêxwe dan sînorê Rojava. YPG jî tevî hemu metirsiyan bi qehremantî û bi keda mezin fedakariya ku kete ser milêxwe bi cîh anî, korîdor vekir û vekirî hişt.
Rêvebirên PKK wê demê , ew zafiyete ku Ji ber kêmbuna tecrubeya peşmergeyan derkete xolê, bi şewayeke ne erenî bikaranîn. û bangî hêzên navnetewayan kirin ku Peşmerge pirçek nekin, eger bi çek bikin dê dîsa ew çek bikevin destê DAİŞê.
Sazî û kesê nêzîkî PKK bi durşmê ku “Çeka nedin Peşmerge” li perlementoya Elmanya çalekî li darxistin.
Partiya Elmanî yê bi nave Die Linke ku wek dostê Kurda dihat nasin, ji wê çalakiyê derfet stend û got “li gel DAİŞê pêviste bomberdimana esmanî bi ser peşmergeyande jî bê kirin.
Lêbelê ev gotinokên û pêkhatên kesê ku yek metir pêşiyaxwe nabînin.
Ew kesen ku beriya niha bi mehekê li perlementoya Elmanya gotin bila çekan nedin peşmergeyan, aniha jî bangî Berzanî dikin û dibêjin “çima Berzanî çeka rênakê Kobanî”
Pêviste êdî Kurd berêxwe nedê wan kesê wek qirdik û soytarî dilivin. Pêviste hemu astengiyên li pêşiya yekîtiya netewî bidin alî.
Kengî DAİŞ bi çekên giran yê ji Musulê bidestxistibun berê xwe da Kobanî wê demê dema bi dravê zindî hati bu. Wê demê qiymetê cengê hate nasîn.
Êdî li dema dravên zindî kiymetê qehremanî, lehengî namîne, ya lazim drave, ji bo cengê hêjmara zêdêtir, alavên şer yê pêşketîtire.
Dibê ku Kobanî Stalingrad bê?
Stalingrad stratejiya parastin û pêkanîna tektîke.
Rusya di şerê Cihanê yê 2emîn de ji bo ku faşîzma Hîtler newê Moskova li Stalingradê xeta stratejiya parastinê bilidkir. Hîtler wek gelek êniyêdin li vir jî binket. Her ew Rusa dema nikaribun rê li pêşiya Napolyon bigrin vê care jî Moskova şewitandin valakirin û ji Napolyon re berdin û çûn.
Moskova ya vala, şewitî bu sedema ku Artêşa Napolyon binbikevê û ji rusya derkevê biçê.
Şer ne tenê yek cenge, yan yek şer û pevçûne. Hêzên Kurd yê li KObanî gerek xwe bi çalakiye kê, şer û pevçunekê girênedana. Lê belê hêzên xwe yê leşkerî bi ênîyekê sinorkirin, hapiskirin.
Mafê tu kesî tuneye di bin nave “Şewazê şer yê nû” an jî “ tektîkên xweparastinê” de bi 10 hezaran ciwanên kurdan û gel bixin nav metirsiyeke Komkujiyê.
Şer pekhatêye ke; Hunera şer, feraseta artêş û tektîkên cengê tevahiye.
Hemendemê Şer jî Esasên şer, alavên şer û bi tevahî tektîkên nêzikî 4 hezar salî pêk tê. Kesîdin tiştekî nûh ne xulqandîye, yê dibêjin “me tiştê nûh xulqandiye derawan dikin.
Eger bi encam bînim;
Berî her tiştî pêviste êniye ke ji hemu tebeqe û ciwakê bê avakirin. Herî karibin xwe têde bibînin.
Gavên Serokê Herema Kurdistanê Mesud Berzanî ku ji bo Kobanî avêtine ne besin. Pêviste ji Bakur heta Başur, Rojhilat û rojava hemu Kurd fişarê li ser Hukumeta Herêma Kurdistanê bikin da ji bo Kobanî pêngavê giringtirîn bavêjin.
Pêviste Hikumeta Herêma Kurdistan û nunerê Kurdistana Rojava û PKK bilez bêne gel hev û bi hevdurê tektîkên nû û planeke bilez birêkbixin.
Plana herî bilez pêviste Hêzên Herêma Kurdistanê Peşmerge, Hêzên HPG û YPG herêmên di navbera Serêkaniye û Kobanî wek Til Ebyed ji çeteyên DAİŞê derbixin, çeteyan jinavbibin. Ji bo vê jî hêzeke mezin hewbeş, bi bandor di Serêkaniye re biçê ser Tilebyad.
Kobanî wê demê ji bin dorpêçê rızgar dibê. Ji bo vê pêvistnakê ji derdor bangên arîkariyê bê kirin. Kurd Karin bi hêzên xwe Kobanî rizgarbikin.
Ji bo rizgarkirina Kobanî fedekarî, dirustbûn bixwebawerî bese.
PKK jî pêviste kesên cuda, rêxistinên xwedî nêrînên rengu reng qebulbikî. Ji ber ku ev hêzên vahşiyanê, hov ne tenê ji bo PKK ji bo hemu millet Kurda metirsiyeke mezine û dixwazê li ser Kurda komkujiyê pêkbînî.
Ev çend sername nahêlin Kobanî bibê Şengala duyemin.
Neteweya Kurd ne xwedî wê lûksê ye ku wek taximê futbolê bigrin partîyên siyasî bigrin. Di holê de metirsiya hebûn û tûnebunê heye. Li ser ruyê cihanê wek hemu zindiyarî û mirovan mafê me yê jiyanê heye, peviste em vî mafî biparêzin.
Rastiyê serok û partiya eger dervay berjiwendiyê Kurda bê, bila ne rastiyame bê, em serêxwe li ber vê ne tewînin û rexneyên xwe bikin. Xefetê me bila xefetê partiya nebin, xefetê gelê Kurdistanê bin.
Bangî hemû partî û rêxistinê Kurdistanê dikim da bikevin nav hewleke hewbeş.
Serketfin û têkneçûna neteweya Kurdistan li vir dibînim.
Sait Çurukkaya: Jib o Kobanî em çi, çawa bikin
23 Çilê pêşî 2014
