Li rojhilatanavîn pirsgirêken ku hene bo bêne çareserkirin destpêke li Iraq û Suriye pêvistî bi plangerî , bi hevrêxistin û bi aşîtîyek demdirêj heye. Ji ber ku heke Welatên rojava zu bi tevgernekevin dibê ku rewş xiraptirbibin.
Gelek cara em dibêjin pêviste çareserî ji navenda pirsgirêkê bête çareserkirin, ev rewşa hanê tiştekî gelek guncaviye, lê belê ji bo ku çawkaniya girêkora rojhilata navîn welatên rojavayine, dive ew dest bavêjin girêkorê.
Tişta îro ku rojhilatanavîn xistiye bin bandore xwe pêla olîye, wak şerê 30 salan ya kiristiyanîyê li Ewropa. Aniha Şerê sunî-şîî jî bu sedem ku gelek mirov bimrin, aborîyê welata bi ruxê, civak serûbinî hevdu bibin.
Rewşa îro ne weke dema ruxandina Osmaniya ye, ku li hev runiştin û ev xak parkirin, yan dest danîn ser çawkaniya, yan jî dibin kontrolaxwe de berdan hewzayê hewbeş. Îro kontrol bi temamî ne li destê kesiye.
Lê îro kontrol ne wek berêye. Her ku çu peyvendiyên ku di rêya hukumetên otorîter ve dihat birêvebirin, bune pirsgirêk. Ev pergal bu sedema zordariyeke mezin liser welatiyan bi rêya rejimê diktatoriyal, zafîyetên aborî, zêdebuna bêkarî bilind bu, ji aliyêdin ve siyaseta mezhebî bilindbuna herî lutkeyî jiyan kir. İro xaka welatê rojhilatanavîn ji ber siyaseta qels dinalê, ew xakê dewlemend bunê beyarê bê jingeh.
El Kaide, Boko Haram, İŞİD encamê vê rewşa bê zayinok e bingeha wan rêxistina her yeke.
Li Eraq piştî ruxandina Saddam ji aliyê Emerîka ve gelek siyasetên ne guncavî hatin meşandin, ku ev jî bu sedemen gelek girîng ji pêşketina rêxistina DAİŞê re.
Ji ber ku DYA piştevaniya bloke ŞÎÎ kir, Kurd sînordar kirin daxwazê Kurda piştçaw kirin, û di zihniyetek ewlehiye de nêzîkatî li Suneyan kir, li herêmê Partiyên siyasî ketin rewşê bê karîger.
Sunê ketin xeyalek redîkal ku bighêjin ermanca xwe, Kurd jî êdî ji ber desthilatiya sinordar ya Şii’a gelek tengavbun, lê ji ber ku paşeroja Kurda paşerojek aşîti xwaze, şuna berê xwe bidin çek berê xwe dan welatê rojavayî da ku dengê xwe bidin bihîstin.
Livandina sunêya hovitiya sed salan ku dibin mijiyê wan de weşartî bu DAİŞ derxist xolê, bi wehşata çolê bedeviya wek pêlekê xwîne jin zarok û hemû kes dane berxwe û herikîn. Vê taliyê berê pêlê dan xakê Kurdistan.
Ji vê livandinê re piştevanî pêvist bu, hamiyê we jî derketin, Katar, Suudî, Tirkî, ew tola pêla hizbullah jî bu li himber îranê.
Lê ji ji aliyêdin ve di herêmê de çi Sunê çi Şii, çi Tirk, Çi erab û Fars bî, helwesta wan û tirsa wan li himber Kurdistan her yeke, di Pêla DAİŞêde dema sînorê xwe parastin û xakê ku yê xwe bu kontrol kirin, Pêla rêxistina tundrewê selefîyan ji sînorê Baxda carekedin berê xwe dane Kurda, ji bo destkewtiyên wa bi ruxînîn. ji tirsa dîrokî yê kurda ezmun girtin, ji ber ku kurd gelek cara tuşî komkujîya bune, pêşmêjûyekî bi tirs peyda buye. Ji bo vê yekê jî Sincara bê parastin, ne misilman, û di nava Kurdan de bazna herî levaz ku bi gelek zehmetî hebuna xwe heta îro anî bun, kire ermanc. Bi wê yekê bawerbun ku komkujîya li Şengal vê li ser hemû kurda bandorek revokî avabikî.
Li pişt vê pêlê rayederên Şii jî û Sunê jî hebun. Eger ku Li ser kurda psikoloyiya revokî, tirs bihata avakirin dê kontrola wan hesanbuna li ser herêmê. Di wê baweriyede bun ku dê ev pêl li Başurê Kurdistan daxwaza serxebunê levazbikî.
Siyasetmedarên Kurd vê care bi pirsgirêk bi şarezayî avêtin ser milê welatên Rojava, jiber ku berpirsiyartiyê vê rewşa hanê hemu yê wan bu.
“Edî dem dema gotubêjkirina aşitiyeke demdirêj li herêmê û cîbecîkirina pirsgirêkê pekhatê olî û etnîkiye”. Berî her tiştî welatên rojavayî gerek destê xwe bixin bin kevirê giran, ji ber ku encamê wê siyaseta qels ê wan ev alozî derxistin.
Ji bo aşîtîyeke demdirêj Çareserî li ser nexşeyeke nuweye, ku Kurd sunnê şii karibin xwe tê de bibînin, heger çareserî li ser vê pergalê bî, dê bingeha DAİŞ û rêxistinê tundrew li Suriye û li Eraq bê xuşkkirin.
Ya herî bingehî Serxwebuna Kurdistanê ye. Kurdistan ji ber ku di çola bê zayinok yê Eraba de wek behişteke demokrasiye.
Pêvistîya herî mezin bi hemu reng û hem demiya Kurdistan bi serxebunekê bê taçkirin.
Eger ev nebê dê Êzîdî, Asurî, Kildanî Kakayî, ji ser erdê cihanî rabin, ev jî ji bo mirovatî şermeke mezine.
Ji aliyêdin ve eger sexwebun nebê, dê İran, Türkiye bi rêya hêzên xwe yên cuda cuda li ser sere herêmê wak Şurê democles bîn.
Di ev rê li pêşiya şerê navxweyi li giştî herêmê vekê.
Şanaz Emin: Ji bo rêkxistina aşîtiya demdirêj pêvistî bi nexşeyek nuwe heye
23 Çilê pêşî 2014
