Mihemed Hacî Kerîm: Erkê Rûdawê giran e

Mihemed Hacî Kerîm: Erkê Rûdawê giran e

Ez naxwazim li ser wan hemû gef û neheqiyan bipeyvim ku li vir û wir li dijî Rûdaw tên kirin. Gotina min derheqê helwesta hinek ji wan nivîskar, rojnamevan û rewşenbîran e ku, xwe wek parêzvanên rasteqîn ên azadiyê nîşan didin; lê gava mirov hizr û ramanên wan fêhm dike, mirov têderdixe ku ew tiştekî dîtir in.
 
Rastî û naveroka gellek kesan a rasteqîn bi riya Rûdawê derket. Lê van kesan li hember êrişa ku hefteya derbasbûyî li ser tîma Rûdawê pêk hat, ne tenê bi du bêjeyan ew êriş şermezar nekirin, lê ew kar rewa dîtin û hincet jî jê re peyda kirin.
 
Berî du mehan jî, çend nivîskar û çalakvanan nameyek derbarê Rûdaw belav kiribûn. Di nameya xwe de, wan nivîskar û çalakvanan daxwaza bêdengkirina (dizgînkirina - bi gotina wan) rojnamevanên Rûdawê û girtina televizyona Rûdawê ji serokê Herêma Kurdistanê dikirin. Tevî ku hinek kesên ku ew name îmze kiribûn, xwe wek azadîxwaz nîşan didin û hertim gotina azadiya fikr û nivîsandin û karê rojnamevanî li ser zimanê wan e. Lê belê ew îro doza perçiqandina rojnamevanan û girtina kanaleke ragihandinê dikin.
 
 
 
Bobelat ew e ku li şûna hewldanan bo girtina rê li ber dubarebûna êrişên li ser medyakaran. Yan li şûna ku ew hevpîşeyên xwe biparêzin û êrişên wiha şermezar bikin, ew bi xwe diçin zimanê rik û kînê bikar tînin û riya şîdet û tunekirina kesên dîtir nîşanî hevwelatiyên xwe didin.
 
Ev bîst sal in tiştek nemaye ku medyaya kurdî ji desthilata Herêma Kurdistan, hikûmet, partî û serkirdan re negotibe. Ew rexne kirine, zimanekî tûj dijî wan bikar aniye, navê wan xira kiriye û destê xwe xistiye nav karûbarên wan ên taybet. Lê ti kesî, tew berpirsên desthilata siyasî ya kurdî jî, cesaret nekiriye bi eşkereyî dijî medyakaran derkeve û xelkê bo neyartîkirina wan germ bike.
 
Xeletiya Rûdawê çi ye gelo? Aya Rûdaw nikarîbû bi awayekî saxlem û profesyonel bi bûyer û qewimînan re tevbigere? Yan jî di guhastina agehî û zanyariyan de Rûdaw ne dadmend û bêlayen bû? Bi baweriya min, ev herdu jî ne sedemên rasteqîn in.
 
Li temamiya dinyayê, ti dezgeheke medyayê nîne ku xeletiyan neke. Lê ne şert e ew xeletî siyaset û stratejiya wê dezgehê temsîl bikin. Eger wek her sazî û dezgeheke din a medyayî, kêmasiyên Rûdawê jî hebin û ketibe şaştiyan, ez bawer nakim ku ev şaştî berhema wê siyaset û stratejiyê bin ku Rûdaw pê kar dike. Lê dibe ku berhema wê paşxane û kultûrê bin ku medyaya kurdî bi giştî tê de ye.
 
Karmendên Rûdaw bi wê hemû ked û zehmetiya ku dibînin, nabe bên êşandin û zêrandin. Lê hêja ne ku rêza wan bê girtin û mirov xwe bi wan serbilind bike.  
 
Rexneyên ku li Rûdawê tên kirin, bêhtir ji ber rûmala berfireh a Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ye. Eger ez bêjim ku ez her roj di Rûdawê de li bultena Rojavayê Kurdistanê temaşe dikim, ku dora demjimêrekê dikişîne, zêdegaviyê nakim. Navîna îsal jî bo lêkolîneke xwe, min meheke wê bultenê, bi hemû bendên wê, wek nimûne wergirt û min naveroka wê rave kir. Encama lêkolînê bêlayenî û profesyonaltiya wê bultenê peyitand.
 
Ez bawer nakim Rûdaw di rûmala bûyerên Rojavayê Kurdistanê de, bi awayekî ne dadmend û ne profesyonel bi pirs û qewimînên wê re tevgeriyabe. Karê Rûdaw derbarê Rojavayê Kurdistanê tenê belavkirina zanyariyan bûye. Rûdawê ti gunehkarî nekiriye. Baweriya Rûdawê ne bi dijûn û xirakirina navê ti kes û aliyekî heye, ne jî rojekê ji rojan karekî wiha encam daye. Lê hin kes tenê bi berçavka îdeolojiya li meseleyan dinerin û destkeft û tiştên bedew bi mêzîna rabirdû dipîvin.
 
Ne tawana Rûdawê ye eger hin caran perdê ji ser reftara tundrew a desthilatdariya Rojavayê Kurdistanê li hember kesên sivîl û aliyên siyasî rabike. Erê bi rastî qey ne erkê medyayê ye ku ji reş re bêje reş û ji spî re jî bêje spî!
 
Rûdaw li Rojavayê Kurdistanê di nav du destaran de tê hêran. Yek jê desthilata siyasî ye, ango PYDê ye ku heta asta boykotê ji Rûdawê bi gilî û gazin e. Li hêla din jî, partiyên ENKSê û kesên serbixwe di wê baweriyê de ne ku qasî Rûdaw xizmeta PYDê dike, çariyeka wê xizmeta kesên bêmaf û stembar li Rojavayê Kurdistanê nake.
 
Baş e divê Tora Medyayî ya Rûdawê çi bike? Çêtir e ku Rûdaw bi vê dilgermiya xwe berdewam bike. Heta jê bê jî prensîba wekheviyê bimeşîne. Ji ber ku Rûdaw xwediya ajendayeke zelal û bandoreke berçav û piştevaniyeke mezin a cemawerî ye.
 
Rûdaw gellek tişt di medyaya kurdî de guherand. Berê, piştî demjimêr 10ê şevê, mezintirîn bûyerên vî welatî heta dotira rojê di bin tozê de diman. Vêga bi xêra Rûdawê milet di wextê xwe de li bûyerên demjimêr yek û du û tew çar û pêncê sibehê jî tê agehdarkirin û bi awayekî zindî bûyer û qewimînan dibîne.
 
Bi rawestana me li ser rûmala Rûdawê ji pirs û bûyerên siyasî re, mirov hest dike ku ev kanal bi awayekî profesyonel tevdigere û bûye paltforma civandina hemû deng, reng û bîr û baweriyên cihêreng. Wek mînak, Rûdaw bi eynî astê giringiyê dide salvegera damezrandina partiyan, û li ser bîranîna oxirkirina serkird û kesayetiyên hemû hêz û partiyan kar dike.
 
 
Divê ji bîra me neçe tiştê ku Rûdawê ji Mam Celal re kir, ti kanaleke medyaya YNK jê re nekir. Çiqasî medyaya PKK giringiyê dide Abdullah Ocalan, Rûdaw jî eynî giringiyê pê dide. Ti kanaleke ragihandinê ya Rojhilatê Kurdistanê bi qasî Rûdawê, Ebdilrehman Qasimlo li cem me naskirî û şêrîn nekiriye.
 
Bi kurt û kurmancî erkê Rûdawê giran e. Nabe Rûdaw li jêr ti gef û fişarekê li ser çokan rûne. Pêwist e hertim derdê yekem ê Rûdawê bidestxistin û belavkirina zanyariyên zêdetir û pêşkêşkirina xizmetguzariyên medyayî yên herî zêde be.