Filîstin an Kurdistan?

Filîstin an Kurdistan?

Selahedin Celik

 

Piştî rakeşiya şeş salî, Tirkiye û Îsraîl li hev hatin. Weke tê zanîn keştiya Mavî Marmarayê xwestibû bêyî destûr derbasî Gazzeyê bibe. Di berteka Îsraîlê de ji keştiyê 10 kesan jiyana xwe ji dest dabûn (31.05.2010).

 

Desthilata tirk bûyer kir keys û şivika lihevhatinê bilind kir: "Lêborînxwestin, cirmdayîn û rakirina ambargoya Gazzeyê!"

 

Şanoya Erdogan a "One Minute" (29.01.2009, Davos/Swîsê), di bîra we de ye?

 

Ka polîtîkaya Sûriyê, eniya Sunnî, têkiliyên El Nusra û DAIŞê lê bikin.

 

Û Mavî Marmarayê bixin wêneyê.

 

Çi derdikeve?

 

"Xewna Osmanîyan".

 

Weqfa Heq û Azadiyan û Alikariya Mirovî (IHH), keştî organîze kiribû. IHH, wek rêxistina MITê tê hesibandin. Operasyon, ji serî heya binî karê MITê bû.

 

Kêm însan miribûn. Zêdeyiya miriyan, di berjewendiya derhêner de bû, weke şanoya "şehîdên" îro.

 

Rebenên filistînî, di destê de alayên tirk û wêneyên Erdogan!

 

Bi Filistînê dileyistin û tavêtin. Îranê bi salan ew dikir. Ma çiyê Tirkiyê jê kêm bû?

 

Xewn bû xewnereşk

 

Hûn di şerê Sûriyê de korerêya Tirkiyê zanin.

 

Hûn li herêmê îzolebûna Tirkiyê û di qada navneteweyî de pirsgirêken wê zanin.

 

Hûn rakeşiya Rûsyayê û li ser aborî û siyaseta Tirkiyê barê wê zanin.

 

Hûn li binê xetê vejîna doza kurd û dengdana wê ya herêmî û navnetewî zanin.

 

Hûn ji "Operasyona Cemaata Gulen" ve koalîsyona desthilat û artêşê zanin. (Bi rastî Erdogan ji zû ve bûye fermanberê generalan).

 

Hûn rûxandin û miriyên Bakur zanin.

 

Generalan ferman dane Erdogan: "Bi Îsraîl, Rûsya, Misir û Sûriyê re li hev were û statukoya berê ya Sûriye û Îraqê biparêze."

 

Min Îran lê nekir, ji ber ku li ser Kurdan herdu dewlet jixwe li hev in.

 

Ma Putin jî?

 

Dewleta tirk bi awayekî fermî xwe avêtiye piyê Putin. Jixwe serokê Tirkiyê hinî wê bûye. (Piştî Operasyona Gulen li Akademiya Cengê lêborînxwestin, destpêk bû.)

 

Dewleta tirk dîsa çûye ber deriyê Vladimir Jirinoski. Em wî siyasetmedarê rastgir, ji binemaliya xwe Cihû û baş tirkîaxêv, ji operasyona Ocalan baş nas dikin. Gava Ocalan çobû Moskovayê, li mala wî mabû (9.10.1998).

Piştî çendek rojan bi zextên hikûmeta rûs, Jirinoski rê dabû Ocalan û firiyabû Tirkiyê, cem serokwezîrê serdemê Mesut Yilmaz.

 

Digotin ku Tirkan berika wî bi pere tijî kiribûn. Çima ne? Ma Kurd jî weke Filistîniyan ne malê kirîn û firotinê ne?

 

Ew Jirinoskiyê dê û jinên tirkan digot, çima vêga nebe navbeynkarê tirk û rûsan?

 

Hûnê bêjin, Putin wisa ne nerm e(?) Wê ew lihevhatina Şamê jî deyne ber. Çêtir e! Jixwe serokê dewleta tirk lave dike ku piyê Esed jî bialîse.

 

Tirkiye û Îsraîl dûçarê hev in

 

Herdu jî di bin parastina DYA û NATOyê de. Berjewendiyên sîstemê, rakeşiya wan ranake.

 

Tirkiye dewleta yekemîn a misilman e ku Îsraîl nas kiriye (1949). 1957ê tekiliyên sîxuriyê damezrandin (AMAN/MOSSAD û MAH/MIT).

 

Îsraîl teknolojiyê elektronîk a balafirên şer dide Tirkiyê. Balafirên şer ên Îsraîlê, li ser xaka Tirkiyê telîm dikirin.

 

Di serdema 1990an de têkiliya dezgehên polîsan, balkêş bû. Li Tirkiyê bi navê "Koma Taybet" dezgeha mirinê hatibû avakirin (1993). Mehmet Agar serokê rêxistinê bû, serokwezîr Tansu Çiller jî piştgirê siyasî.

 

Çiller serokwezîrê yekemîn bû, ku serdana Îsraîlê dikir (Mijdar 1994). Bi serdanê, çekên kuştinxwaziyê ji Îsraîlê rijiyabûn Koma Taybet. Bi navê şîrketa sexte "Hospro", çek û taqemenî derbas dikirin.

 

Bi wan çekan bi sedan Kurd hatin kuştin. Di trimbêla Susurlukê de ji wan çekan derketin (3.11.1996). Parêzgarê Batmanê Salih Şarman ji ber bazirganiya wan çekan kete girtîgehê.

 

Ev salekê bi taktîkên Îsraîlê (û dibe bi çekên we jî), bajarên Bakur tên rûxandin. Lê di hovîtî û rûxandinê de Tirkiyê ji Îsraîlê gellek borîye.

 

Ne Filistîn lê Kurdistan

 

Qedera herdu gelên bindest, dişibe hev. Lê êdî kor û ker jî zanin, ku di lihevhatinê jorê de mebestê Tirkiyê tenê doza kurd e.

 

Lihevhatina herdu dewletan, ne serketin e. Heke rûmeta dewletan hebe, tişta bûyî - bêhtirî jî bo dewleta tirk –, rûreşî ye. Wê tifa xwe alastiye. Berjewendiyên jeopolîtîk rûmetê nas nakin.

 

Ên rûmetê didin dewletê, rayedarên wê ne. Mijar tê Erdogan. Di bûyera dawî de, wî, fermana generalan şopandiye. General tiştên wî kirî, yek bi yek pê didin xwarin. Lê gava tiştekî xwarinê nemîne?

 

Wê lihevhatin bandor li boçûna bûyerên herêmê, bêhtirî jî li tevgera kurd bike. Divê em bi pêşbîniyên rast, amadekarên gavên din bin.

 

Peyamê lihevhatinê: Dewleta tirk her tiştî xwe razandiye têkbirina doza kurd. Divê her însanê xwedî wijdan û her Kurdê xwedî rûmet, li ser bifikire. Ji ber ku berteka rast ji wijdan û rûmetê derdikeve.

 

Bala wê kişand? Kurê xelkê ji bo berjewendiyên netewa xwe, rûmeta çawa dibin yek, him jî da ku me bikujin, lê em nabin yek.

 

Çi heyf! Em di berpirsiyariya neteweyî de ji kurê xelkê çiqas dûr in!