Hişyarê Emerê Lalê: Ji Temîniya Qadî Mihemed ya dawî

Hişyarê Emerê Lalê: Ji Temîniya Qadî Mihemed ya dawî

 

Gelî kur û birayên min yên xoşewîst........gelî birayên min yên mafên wan hatî xwarin .....gelî miletê min yê setembar .

Eve ez di demjimêra  jiyana xweya dawîdeme  û ezê çend şîreta li we bikim

Werin ji bo xwdê ji hev aciz nebin bibin yek û hev bigrin û xwe bigrin li hember dijminê xwe û xwe nefroşin neyarê xwe bi erzanî ....hezkirina neyarê we ji were kine bi dawîdibê dema armancên wî têne bi cîbecêkirin ......mehderê nakê kengî derfetê bibînê û meremên wî pêk neyên wê tolvedanê ji we bikê û ticarî ,li we nabûrê û rehmêjî nakê .

Dijminê kurda gelekin sîtemkarin û zalimin û bê mehderin ........nîşan û riya serketina her miletekî di yekîtî û hevgirtina wandeye û her weha di piştgîriyêdeye û na na wê hertim di bin nîrê dijminande bijîn .

Gelî miletê kurd !

Hûn ne kêmî ti miletîne yên ku liser rûyê  cîhanêne , lê belê hûn di mêranî û rûmet  û hêza xwede li pêşya gelek miletê ku rêzgarbîne jî .....ev gelên ku ji bin destê sitemkara  rêzgarbîn ewjî weke wene lê ew yekbûn... .......bese dîlîtî ......rizgarkirina we girêdayiye bi yekîtiya weve û hûn xwe dûrî zikreşî û zilamtiya dijminabikin dijî miletê xwe .

Birano !......bila dijmin we nexapînê ....neyarê kurda neyare ku reng û netewa wî çibê ...., dilê wa namînê bi weve bê demîrin û rehmê li we nakin û wê fitnê bêxê nav wede û nakokiya nav wede çêkin û timayiyê nav wede gur bikê.... bi rêya xap û derewan û wê we berdê hevdo .

Ecem neyartirîn kesin ji bo we ,ji herkesî zalimtirn û ji herkesî fasiqtir bê rehmtirin û herdemî amadene ku tawana derheqê miletê kurde bikin ..., û  her tim wehabîn, kîn û zikreşî di wande çandiye di dirêjahiya dîrokêde û ta nihajî .

Binêrin çewa têkilî bi serwerê miletê were kirin ji simko axayê şikak bigre û ta birayê wî cewher axa û hemzeyê mengorî û gelekên dî .......hemî xapandin , di destpêkêde bi nermî dan  sitandin li gel wan kirin û paşî hemî ji hev belavkirin û paşî bi bê wicdanî hatine jinavbirin........, ew xapandin tevî bi quranê ji wanre sûnd xwaribîn ,û ji  wanre dabûn xuyakirin ku (niyaza)niyeta firsê li hember wan zelale û başe .

Lê mixabin ji lezbûna bawerya kurda ji wanre yên ku hatîn xapandin bi soz û peymanên ku ji serwerê kurdare dayîn ji sînorê xap û derewa ne derketye .

ji bo vê ez bang li we dikim wek birayek biçûk ez dibêjim hûn bi xudêkin bibin yek û hev bernedin , û di wê baweryêde bin ku ecem hingiv bidê we bawerkin ku wê jehrêjî bêxê navde .

 Bi soz û peymanê ecema newin xapandin...... heger ew sûnd bixun bi quranê hezar carî û destê xwe deynin ser û soz dan bawerbikin hingê ewê xiyanet û xapadinê bikin .

Eve ez di kêlîkên jiyana xweya dawî deme, şîretê ji bo xudê li we dikim .... û ez dibêjim ku her tişta min dikarî ez bikim min kir û xudê zanê min ti kêmayî nekir ji bo şîreta û xuyakirna riya rast ...û niha di vê dimê de , eve ez dîsa dubaredikim û ji we dixwazim ku hûn hew bêne xapandin ji wan bawernekin ne bi sûnd xwarina wa bi quranê û ne bi sozê wa, ji ber ku ew ne xudê nenasdikin û ne bawerya wa bi  xudê tê ,ne jî bi pêxember û nejî bi roja qiyametê û ne bi roja heşrê nejî bi quranê ....ji ber ku hûn kurdin,hûn tewanbarin ,ku hûn misilmanjîbin......ji ber vê serê we û malê we û canê we helale bi nêrîna wa û her tişta ku dijî we dikin ew hesabdikin xezo (hêrişbirin).

Min ne dixwest ku ez ji vê jiyanê barbikim û we bihêlim di bin zilma va dijminê zikreşde .....ez gelek di bûriyamede ramanbûm û serwerên me yên ku ecema ew xapandîn bi sûnda û derewa û pîlana û taliyê ew girtine û kuştine û ev tişt çêbûne piştî ku di cengade li hember wan şikestine lê bi riya xap û pîlana ew xapandine û kuştine .

Tê bîra min tişta bi wan serkirdare kirîn , min rojekîjî bawerya xwe bi eceman ne aniye ...ji berya vegerne vir , bi riya qewîtiya û şandina kesayetiyên kurd û firs , gelek soz û peyman didan 

Bêyî ku yek ji wan soz û peymana pêkbînin , û digotin ku dewleta faris û serserê wê şah ku xêrê ji were  dixwazê  ti (niyaza)niyeta wa nînin ku dilopek xwîn jî di kurdistanê de birjînin .....eve hûn bi çavê serê xwe dibînin encamên wa sozên ku dayîn .....heger serokê eşîra xiyanet

 

I nekirban û xwe ne firotiban firsa holê li me nedihat û welê nedihat serê komara me .

Şîreta û temîya min li webê ewe: hûn zarokê xwe bi xwendin û zanîn bikin , ji ber ku em ne kêmî ti miletane ,tiştek ji me kêm nînin ji bilî zanînê ,fêrî zanînê bibin da hûn  paş  mileta nemînin ... zanîna li cem neyarê we ewe cekê wayê kujere di rûyê wede .

Bawerbikin ku hûn hevbigrin û hûn yekbin û pûtedanê bi zanînê bikin  û hûnê serkeftiyê neyarê xwebin  serketinek bi rûmet .kuştina min û birayê min û pismamê min  bila we bê  çar û hêvî nekin , ji ber ku hûn bighin hêvî û armancên xwe pêwiste gelekê weke min fîdakariyê bikin ji bo welatê xwe û ez di wê baweryêdeme ku gelekî dî jî  hene ku wê bêne kujtin bi pîlan bêbextiya wan .

Ez di wê baweryêdeme  ku gelek ji me zanetir û bêkhatîtir hene ,ewjî wê bikevin di bin hîle û pîlanê ecemande ....., lê ez hêvîdikim ku kuştina me bibê dersek û ibretek ji dilsozê kurên miletên minre  .

 şîretek ya min ya dî heye :ku hûn hêvîdarbin ji yezdanê dilovan ku piştgîr û alîkarbê di xebata wede ji bo vî miletî ...hingê ez di wê baweryêdeme ku xudê wê piştgîriya we bikê .

Belkî hûn pirsê ji min bikin çima ez bi serneketim ?! bersiva min eve : bi xudê ez serketime ...çi  xweşî û serketin ji vê mestir nîne ku ez serê xwe û malê xwe û canê xwe bidim ji bo miletê xwe ?! di wê baweryêdebin ku daxwaza min di jiyanêde ewbû ku ez mirinekî bimrim ku bihêlê ez li hember xudê û pêxember û miletê xwe ser bilindbim....... , eve ev mirin serketine ji bo min .

Xoşewistên  min !

Kurdistan mala we hemyane .... weke çewa her kesekê di vê malê de bi karekî taybet radibê û pêwîst nakê ku her yek serê xwe ji karê yêdî biêşînê , û kurdistan jî weke malêye ...., ger hûn bizanin endamek ji vê malê dikarê bi karekî rabê, bihêlin bikin ti pêwistî nakê ku hûn jêre astenga çêkin û xemgîn bibin çavreşiya lê bikin ...ji ber ku mirovek ji we  berpirisyarîk mezin higirtiye...... ji ber ku dema mirovek karekî mezin bikê û rêvebibê, tê wê wateyê ku ew wê tiştê dizanê û dikarê berpirsyariya wî erkê mezin bikê .

Di wê baweryêdebin...... ku kesê kurd ji were ji neyar çêtire ji ber ku neyar hiqd û kînê di dilê xwede hiltînê...... ger min ev berpirsyariya mezin nehilanîba  li ser milê xwe , ezê niha ne li ber darê kindirêbam..... ji ber vê yekê zordariya çavtengiyê li gel hev nekin  .

Yên fermanên me bêk nanîn ne bes nebêk ne anîna  fermanêbî lê belê neyartiya mejî kirin ...ji ber ku me xwe kir xizmetkarê miletê xwe , ew kesên weha va îro li mala xwene û dinav zarokê xwedene , dirazin bê tirs , lê ji ber ku em xizmetkarê miletê xwene eve em îro li ber darê kindirê sekinîne û eve ez jiyana xwe bi vê şîretê bi dawîdikim .... ger min berpirisyariya mezin nehilanîba ezê niha di xewek girandebam .

ev şîreta ez li we dikim jî yek ji berpirsyariya mine ....ez di wê baweryê deme ku mirovekî dî ev berpirsyarî hilanîba ewê niha li ber darê kindirêba li şûna min  . û ez niha ji bo xudayê xwe razîkim û gor berpirsyariya min  û weke kurdek û xizmetkarê vî gelî û ji bo karên baş ez van şîreta dikim ... hêvîdarim ku hûn ibreta jê werbigrin di rojên werêde... û hûn temamî lê guhdarbin û hêvîdarim ku xudayê dilovan we biserxînê û neyarê we bişkînê

Hûn baweryê bi xudê bînin ( tişta ji cem xudê hatî ) ku ibadeta wî bikin û baweryê bi pêxemberê wî bînin û bi erkê xweyê olî rabin bi rengekî xurt

Yekîtiya xwe biparêzin hevgirtina we di yekrêziya wedeye..... tiştên nebaş dijî hev nekin ne çavtengbin di hilgirtina berpirsyariyê de

Xebatê bikin ku hûn asta xwendin û zanyariya xwe bilindkin, da ku hûn bi pîlanê dijmin gelekî newin xapandin.

Bawerya we bi dijmina newê ,nemaze firis ,ji ber ku ew neyartiya we bi hemî şêweya dikin , ew neyarê milet û welat û olê wene . dîrokê xuyakiriye ku ew li her mihanekî digerin da ku we bi êşînin, û we bikujin bi her sedemekî û her weha ku dixwazin bi yekcarî we tinebikin.

Xwe nefroşin dijmina bi malê vê dinyaya pîsa bê qîmet , ji berku dijmin her ew dijmine nabe hûn baweryê bê bînin.

Nabê hûn Xiyanetê li hev bikin ni di siyasetêde ne di cande û ne di malde û nijî di namûsêde .....ji ber ku yê xayin rezîle û tewanbare li ba xudê û xelkê  , ji ber pîlan û bêbextî taliyê xweyê xwe didin erdê .

Heger yekî ji we karî karekî bikê ,pêre alîkarbin ticar bila timayî nehêlê ku hûn li dijê wî biseknin yan xudê nekê ku hûn casûstiyê lê bikin ji dijminanre.

Tişta di vê temiya minde hatî , ji bo hûn belavbikin li ser mizgefta û nexweşxana û dibistana...... ji bo hûn hemî daxwazê bikin û mifayê ji werbigrin

kar û xebatên xwe nerawestînin û berdewambin ta hûn jî weke miletê dî rizgarbibin ji bin destê neyara ....tu qîmetê malê dinê nîne ......ger welatê we çêbî û hûn azadbîn û mal û erd û welatê we bî yê we hingê mirov dikarê bêjê birastî hûn xwedî milk û malin, û xwedî dewlet û rûmetin .

-Ez guman nakim ku mafê kesekî li cem min maye ji bilî mafê xudê .... lê heger kesekî gumankir ku mafekî wa li cem min maye , min samanek(serwe) baş li şûn xwe hiştiye bila herê cem mîratxwerê min (warisê) min bila ji wan bistînê .

Ta hûn ne yekbin hûn sernakevin ...zilm û zordariyê li hev nekin ,ji ber ku xudê zordara dişkînê û wa pîs dikê... ,ev soza xudêye bê kêm û zêdayî..... yê zordar wê bişkê , û xudê tolvekirinê (intîqamê) ji zordara dikê

Hêvîdarim ku hûn bi şîreta min bikin û xudê we serfirazbikê û ez vê gotina şêx sadî dibêjim

Murad ma nesîhet bod û goftîm

Hewalet ba xuda kirdîm û reftîm

Ango : mebesta me şîretbî û me got

Û me fermana xwe kir destê xudade û em çûn

Xizmetkarê milet û welat

Qadî mihemed