Urdin xwe ji bo bi darvekirina terorîstên zîndan kirî yên Daişê amade dike

Urdin xwe ji bo bi darvekirina terorîstên zîndan kirî yên Daişê amade dike

Rojava News: Piştî Daişê bi saxî û di nav qefesekê de pîlotê Urdinê şewitand, hikûmeta Urdinê ragîhand dê Sacîde Rivaşî û Zîyad Kerbulî ku tê naskirin bi Ebu Huzeyfe wekî berpirsên Daişê tên nas kirin bêne darvekirin.

 

Herwesa piştî belav buna vîdyoya şewtandina Daişê şahê Urdinê serdana xwe ya Amerîka di nêvî da hêla û biryara wegera Urdinê da.

 

Berpirsên leşkerî yên Urdinê dîyar dikin ku pîlotê Urdinê berîya niha bi heyfekê di 3 heyva yek ev rudan hatîye encam dan. Piştî buyerê gelê Urdinê rijîyan kolanan bo dîyarkirina nerazîbuna xwe.

 

Tê çaverêkirin ku di çend seatên pêşiyame de Sacîde Rivaşî û Zîyad Kerbulî bêne dervekirin.