Şam di bin rokêtên Artêşa Islamî de maye

Şam di bin rokêtên Artêşa Islamî de maye

Rojava News: Artêşa Islamî bi bêhtir ji 30 rokêtî paytexata Sûriyê, Şam, armnac kir, ajansa SANA jî dibêje ku hejmarek welatî ji encama ketina wan rokêtan birîndar bûne.

 

Şer û pevçûnên di navbera şervanên mixalefetê û rejîma Sûriyê de li paytexta wî welatî, Şamê, gurtir dibin, serê sibeha îro, Pêncşemê, jî bêhtir ji 30 rokêtî li taxên cûda yên Şamê ketine.


Li gor nûçeyeke televîzyona BBC, serê sibeha îro 5ê Sibatê, bêhtir ji 30 rokêtî li taxên cûda yên Şamê û navçeyên derdora wê ketin.


Berî çend rojan, Artêşa Islamî bi serkirdatiya Zehran Elûş gef li rejîmê xwaribûn ku ew dê Şamê bi hejmareke mezin ji rokêtan armanc bike, fermandarekî Wezareta Bergirî ya Sûriyê jî hişiyarî ji armanckirina Şamê ji Elûş re şandibû.


Rokêtên ku arasteyî Şamê hatine kirin li her yek ji taxên Meze, Malikî, Ebû Rimane, Cemareik, Helbûnî, Sebie Behrat, Edewî û Şama Kevin ketine.


Dibe ku ev yekemîn qonax be ji gefa ku Artêşa Islamî li rejîma Sûriyê xwariye, lewma pêşbînî tê kirin ku rokêtên bêtir di demjimêrên bê de li ser taxên cûda bikevin.


Ji aliye xwe ve, Ajnsa Sûrî ya Nûçeyan SANA ragihand ku, ji encama ketina wan rokêtan, herî kêm 8 welatî birîndar bûne.